Polîtîk

Turkmen dibêjin PKK li Kerkûkê ye

Turkmenên nîjadperestên bajarê Kerkûkê ku ew jî ser bi tirkiyê ne û ji tirkiye pere werdigrin, berî çend rojekê ala PKK li nava bajarê Kerkûkê bilind kiribûn û ragihandina cîhanê de belavkirin ku PKK hatiye Kerkûkê û jiyana turkmenan ji ber PKK ketiye metirsiyê.

Piştî çendîn lêkolînan eşkere bû ku wê alayê turkmenan bi xwe li Kerkûkê kirine û armanca wan ewe ku bi hêceta PKK dewleta tirkiye heta bajarê Kerkûkê were û alîkariya wan bike.

Helbete ev ala jî di demeke bi lez de li ragihandina tirkiye û cîhanê hate belavkirin ku qaşo PKK hatiye Kerkûkê û gefê li turkmenan dixwe.

Her wiha eve jî di demek de ye ku niha danustandin di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye ku kêşeya Kerkûkê çareser bikin.

Back to top button