Polîtîk

Îran dixwaze Gorran, YNK, Komel û Yekgirtû li dijî PDKê nêzîkî hev bike

Tê gotin ku Îranê daxwaz ji kordînatorê giştî yê Bizava Gorranê Newşîrwan Mistefan kiriye vegere Kurdistanê da ku “Gorran, YNK, Yekgirtû û Komelê li dijî hejmoniya PDKê nêzîkî hev bike!”Heftenameya Bas ji zarê çavkaniyekî haydar eşkere kiriye ku Îranê bi rêya kanalên xwe daxwaz ji Newşîrwan Mistefa, ku demek dirêj e “ji ber nexweşiyê” li Ewropa ye, kiriye vegere Kurdistanê.Wî jêderî daye zanîn ku Îran dixwaze bi rêya Gorran û Newşîrwan Mistefa, YNK û Yekgirtû û Komelê nêzîkî hev bike û bide kêleka Malikî û bi vî rengî pêşiya hejmoniya Barzanî û PDKê bigire û li pêşiya serxwebûnê astengiyan derxîne.Li gorî raporta Basê, şandeka Îranê serdana baregeha serekî ya Gorranê li Silêmaniyê kiriye û ji rayedarên Gorranê xwastiye bi YNKê re bibin yek. Gorranê jî daxwaz ji Îranê kiriye fişarê bixin ser YNKê da ku di kêşeyên bi PDKê re pişta Gorranê bigirin û bi PDKê re bi awayekî yekalî rêkeftin nekin.Wî jêderî daye zanîn ku şanda Îranê ji Gorranê re gotiye, eger hûn û YNKê bibin yek jî hûn her neçar in bi PDKê re li hev bikin lê ji bo ku destê we li hember PDKê bihêz bibe divê beriya ku bi PDKê re dest bi hevdîtinan bikin divê hûn tevlî YNKê bibin û bibin yek partî.Bi baweriya jêderê Basê, yek ji sebebên ku Newşîrwan Mistefa çûye derveyî welat ew e ku dixwaze Gorran fêm bike ku rêya herî baş bo Gorran ew e ku tevlî YNKê bibin.Rayedarên YNKê jî ji şanda Îranê re gotine, em razî ne Gorran tevlî YNKê bibe lê bi şertekî ku Newşîrwan Mistefa nebe kesê yekem, belku tenê roleke wî ya sembolîk hebe.Hêmin Salih /Bas

Back to top button