Polîtîk

Bingeha PDK-T di referandumê de azad e

Bingeha PDK-T di referandumê de azad e, kî çewe bixwaze dengê dide yan jî naçe ser sendoqê. Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye (PDK-T) roja 25ê Sibata 2017ê li Amedê civina  Meclisa Partiyê û koma şêwirmendên partiya ya hevbeş pêkanî.Di civînê de li ser rewşa siyasî ya giştî û bûyerên herêmê hate sekinandin. Rojeva civînê ya herî girîng pirsa referanduma ji bo guhertinên beşêk ya destûrê bû. Meclisa PDK-T li ser helwesta partiyê di referandumê de gotubêj kir.Di encama gotubêjin berfireh Meclisa Partiyê birya da. Biryara Meclisa PDK-T di refaranduma 16ê Nîsanê de çêbe eve:  Meclisa Partiyê biryar da ku di referandumê de tu biryarekî ku endam û derdora xwe girêbide nedê. Partiyê bingeha xwe azad hişt. Hekes azade ku çewe dengê xwe bide. Yan jî neçe ser sendoqê.Bi vê biryarê PDK-T bi awayekî xwest bide xûyakirin ku, tu giringiyekî zêde nadin vê referandumê. Ji ber ku ev refarandum ne ya kurdan e.Ji bo vê perspektivê jî bingeha partî serbes hişt tu biryarek ku wan girêbide neda. Bê guman ev yek bi xwe jî helweste ke û hemû alternatif jî di nav de hene.Lê li gora agahdariyan Meclisa Partiyê pirsa referandumê ne wek babeteke ku gelek kurda eleqeder bike  nirxand. Ji bo ku tiştek ji bo berjewendiya netewî di van guhertina de berbiçav naxweye.

Back to top button