Îran biryara kûştina Eliyê Cewanmerdî da
Fermandeyê Îtlaata Artêşa Pasdaran hukma terorkirina Elî Cewanmerdî derxistiye!
Li gor zanyariyên ku malpera Ava Today belavkirine, Huseyn Tayîb Serokê Îtlaata Artêşa Pasdaran fermana kuştina rojnamevanê Kurd Elî Cewanmerdî îmza kiriye û li beramber kuştina wî jî 500 milyon Tûmen (118.000 dolarên Amerikî) daniye, ev biryar jî piştî civîna bi qewlê wan “Heyeta Rezgirtiyên Îslamê” bûye û piştî temambûna rêwresmê li nav alîgirên xwe de gotiye “Divê Elî Cewanmerdî teror bikîn”.
li gor zanyariyên vê çavkaniyê ku raste rast li nav grûpa Huseyn Tayîb bûye, axaftineke Huseyn Tayîbî vegerand ku gotiye: “Ez gelek hez dikim bizanim ku îro ev bê nan û xwê yê herame ku hem navê Elî xerap kiriye û hem jî Cewanmerdiyê têk daye, birastî li kû ye? ew deh kesên ku agir berdidan tekelên otombêlê û rê digirtin û agir berdidan malê xelkê, ev rojnamevan ji wan re digot şeroşgerên Iraqê, îro li çi kunekî xwe veşartiye? ji bo çi bi wêrekê naaxive?”