Sererkanê Îranê Muhammed Bakirî ji hukumeta herêma Kurdistanê daxwaz kir ku, hemû endamên HDKI û yên din partiyên din teslimê Îranê bikin.Muhammed Bakirî li Tehranê di rewrismek leşkerî de da xûyakirin ku: Nabê desthilatdariya herêma Kurdistanê, rê bide ku kesên li dijê Îranê li cihê wan bimînin.Ew kes tewanbarin.Divê wan teslimê Îranê bikin. Yan jî ji welatê xwe derêxin.Bakirî dibêje ku, eger ewlehiya Îranê bêxin xeterê de emê cardin êrîşê wan bikin.Herî dawî di êrîşên Îranê li ser baregehên Partiyên Rojhilat li Koyê, 16 kes şehid bûn 40 jî birîndar bûn.Partiyên Rojahilata Kurdistanê ji sala 1991ê ve li Iraqê û Kurdistana Başûr dimînin. Piraniya van partiyan li Koyê bi cihin. Eve evqas sale Iran vê yekê dizane. Herweha tê zanin ku ev deverên ku partiyên Îranê lê dimînin , di bin desthilatdariya YNKê de ye. Pêwendiyên YNK û Îranê gelek başin û heta gelek aliyan êrîşa Îranê ya li Koye YNK jî wek hevkar tawanbar kirin.Ev klika xiyanetê di nava YNKê de vê yekê dike. Ev ne tiştek veşartiye û gelek eşkereye.Heta vê klika xiyanetê heman hevkari li gel Tirkiye jî bi awayekî kirin. Çewe Kerkûk radestî Bexdayê kirin niha jî hewldidin Kurdên Rojava teslimê Îranê bikin. Leyiztikek heye divê Hukumeta herêma Kurdistanê hişyarbe û van leyiztikan ji nav bibe.