Îran aramiya Kurdistanê têk dide
Dema xwepêşandanên li Silêmaniyê çêbûyîn û hinek deverên din yên Kurdistanê bi aweyek aloz bê jî berdewam kir, gengeşek din li Kurdistanê peyda bû. Gelo armanca van xwepêşandana çibû û bi destê kî hatin organîzekirin? Divê ev bûyer, bi çavek rasteqênî û li gora berjewendiyên Kurdistanê bêne şirovekirin. Ji berî her tiştekî dive kurd tê bigin ku Kurdistan ne welatekî erebiye û ev yek jî tê wê wateyê ku bûyerên li welatên ereban rû didin dê li kurdistanê jî rû nedin.Eger di bandore van bûyeran de hinek li Kurdistanê çelakiya bikin û bi çavên welatên Erebî li Kurdistanê binêrin. Ew Kurdistanê wek welatê 23-ê yem ye erebî dibînin.
Xwepêşandana Silêmaniyê, bi mebesta pişgiriya bûyerên Tunis û Misrê destpêkir. Ev naverok bi xwe jî rengê vê xwepêşandanê dide berçavan. Ji berî vê xwepêşandanê Tevgera Goran daxuyaniyek belav kir û xwest ku, Hukumet û parlementoya Kurdistanê xwe ji hole rakin. Başe parlementoyek û hukumetek ji berî du salan bi hilbijartinên giştî bi dengê gel hatî li ser desthilatdariyê wê çima xwe ji holê rake? Eger Goran bixwaze bila rêyên demokratîk kar bîne li gora yasayê muxalefeta xwe bike û parlementoyê bibe hilbijartinek awarte. Ev yek jî, bi biryara parlementoyê pêktê. Ji derê vê hemî rêyên din xizmetê ji dijminên demokrasiyê re dike û daxwaziya welatên cîran pêktîne.
Kurdistana Başûr destkeftiya hemû kurdana û demana destkeftiyên mafê rewa yên neteweyê kurd de. Xwedî lê derketina vê destkeftiya netewî erkê her welatparêzê kurde. Gelo di desthilatdariya Kurdistanê de kêmasî tuneye? Bi hezaran kêmasî hene. Mirov dikare van kêmasiyan bi rojane rexne bike, li dijê desthilatdariyê xwepêşandana pêkbîne daxwaziyên xwe bighîne desthilatê. Li himber kiryar û biryarên hukumetê xwedî helwest be û helwesta xwe jî bi awayekî yasayî bide kifşkirin. Eger kurd di rastiya xwe de naxwazin wek welatên herêmê bin, wek welatên Ereba bin, bi 30-40 salî di bin destê diktatorekî de bijîn, tu cara hilbijartin çênebin û tu nêrxên demokratîk li Kurdistanê tunebin, dive bi hemi awayî li nirxên demokratîk xwedî derkevin û rêzê li yasayê bigirin.
Li Kurdistanê çi cureyê muxalefetê bê kirin divê bi metoden demokratîk bin û li gora yasayê be. Ev dibe bingehê dewletik hukukî û yasayî. Ji derê yasayê kar kirin dikevê di bin xizmeta dijminên Kurdistanê de.
Bûyera li Silêmaniyê destpêkirî, bûyerek prokatîve û ne li dijê desthilatdariya Kurdistanê helwesteke. Bi zanebûn bi destê Îranê û hinek destên wan yên li Kurdistanê çelakiyek dijê PDK-ê ye. Ji ber ku xelk gihane hev û êrîşê baregehê PDK-ê kirine. Başe ne PDK tenê li ser hukume. Serokê hukumetê ji YNK-ê ye. Hukumetê de PDK, YNK û hinek wezîrên ji partiyên din jî hene. Lê gelek vekirî armanca êrîşan tenê bûye PDK. Ev yek bi xwe jî dide kifşkirin ku ka ev bûyer çikas li dijê demokrasiyê ye û bûyerek prokatîv e.
Di destpêkê de êrîşkirina li ser baregehê PDK-ê, ihmala YNK û desthilatdarî û asayişa Silêmaniyê heye. Ev yek dikare hevkariya stratejîk di navbera PDK û YNK de aloz bike. Di vê hevkariya stratejîk de divê YNK tu hesabên biçûk neke û bi dilek berfirek bûyera li Silêmaniyê binirxîne û kêmasiyên xwe bibîne.
Tevgera Goran şuna metodên demokratîk li dijê desthilatdariya Kurdistanê û taybetî li dijê PDK-ê hemû rêyên din kar tîne. Ev dijitiya Goran dibe sedemek ku, hêzên derve jî bi hesanî wan ji bo alozkirina rewşa Kurdistanê kar bînin.
Baş tê zanîn ku, eve demekê Îran ji helwesta serokê herêma Kurdistanê ya Kurdistanî nexweşe. Îran li pişt bûyera Silêmaniyê ye û bi helwesta xwe îşaretekî dide PDK-ê. Îran ewda xwe li PDK-ê vedike. Lê mixabin bi rêya hinek partî û kesayetên kurd.
Herweha li deverên din yên Kurdistanê, li Hewlêr, Duhok, Soran û gelek cihên din dikarîya li himber bûyera Silêmaniyê bûyerên mestir çêbibe. Lê helwesta cîgirê serokê PDK-ê, Nêçîrvan Barzanî ev leyîztik xira kir. Wek tê zanîn di destpêkê de ji bo reaksiyona Silêmaniyê, li Hewlêr û Soran êrîş birin li ser baregehên Goran. Lê di cih de hêzên asayîşê mudaxelek kir, û bi navê PDK Nêçîrvan Barzanî ev bûyer şermezar kirin.
Herweha partiyên siyasiyên Kurdistanê, dezgehên Kurdistanî hemuyan bi awayek rasteqenî li destkeftiyên Kurdistanê xwedî derketin û hertişt bi çerşova demokrasiyê de nirxandin.
Bê goman ev kesên dibin destê dijminên Kurdistanê di nav xaka Kurdistanê de dê rojek zûtirîn bêne kifşkirin. Pêwiste li dijê van kiryarên ne qanunî û bi armanca têkbirina aramiya Kurdistanê, divê lêkolînên cidî bêne kirin û kesên bûyîn sedemê van bûyeran bi rêya dadgehan bêne darizandin.
Ji aliyê din, divê PDK di navxwe de nirxandinek berfireh û zanyarî bike. PDK piştî van bûyeran mecbûre hinek tiştan ji nû ve berçav re derbas bike. Nirxandina berfireh ya PDK-ê, dê bibe sedemek bingehîn ji bo çareseriyên serekê. Dîtina çewtiyan û ron kirina pirsan her demî partiyekî pêşdetir dibe.
23.02.2011
Dara Bilek