Îro xwepêşandina li Silêmaniyê bi aşitî dawî hat
Îro jî li bajarê Silêmanîyê xwepêşandan hatibû sazkirin û ev heftemîn roj bû, ku li Silêmanîyê xwepêşandan dihat sazkirin, belê ev xwepêşandan bi şêweyekê aştîyane bi dawî hat.
Îro jî komek xelkên bajarê Silêmanîye xwepêşandan saz kirin û çend kesatîyên rewşenbîr jî beşdarî di xwepêşandana îro de kirin û çend gotar pêşkêş kirin.
Di xwepêşandana îro de Koma Sipî jî di navbera xwepêşanderan û hêzên pêşmerge û ewledarîyê de bi cih bûbû, da ku kirdarên dijwarîyê di navbera xwepêşanderan û hêzên ewledarîyê de dirist nebin.
Koma Sipî ji çend rewşenbîr, hunermend, rojnamevan, rêxistinên civaka sivîl û çend kesatîyên serbixwe pêk tê.
Xwepêşandana evroj bi maweya çend demjimaran berdewam kir û paşî ku rewşenbîran gotarên xwe pêşkêş kirin, ev xwepêşandan bi şêweyekê aştîyane bi dawî hat.
Nûçe: Zîrek Ebdulrehman / Silêmanîye