Cîhan

Serokê Kurdistanê û Papa hevdîtin

Li hevdîtinê de Papayê Vatîkan û Serokê Herêma Kurdistanê behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û li vî warî de Serok Barzanî tîşk xiste li ser pêvajo û jiyan û guzeraniya hemwelatiyên Mesîhiyên li Iraq û Kurdistanê bi giştî û helwest û siyaseta Herêma Kurdistanê sebaret bi wan Mesîhiyan xisterû ku heta niha bi sedema êrîşa terorê hatine Herêmê û ji aliyê dam û dezgehên pêwendîdarên Kurdistanê ve hatine pêşwazî kirin û li gor şiyanê jî yarmetiya wan hatiye dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsa wê yekê kir ku cureya muamelekirina xelkê Kurdistanê derbarê wan Mesîhiyan, kultur û prensîp û bîr û baweriya gelê Kurdistanê bi xweye ku kulturekî vekirî û lêborîniye û li Herêma Kurdistanê da fireh rengî û fireh olî û fireh nijadî rastiyeke û ji berê de bi cudahiya pêkhatan ve bûye beşekî cuda nekiriya jiyana xelkê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Papayê Pîrozê Vatîkan destxweşî li wê siyaseta hekîmaneya Serok Barzanî kir û spasî wê helwesta ciwamêrane jî kir ku li beramber wan koçberên Mesîhiyan da peyrew kiriye ewên li vê dawiyê da ji ber êrîşa terorîstan mal û halên xwe ji navçeyê cuda cudayên Iraqê bi cîh hiştine û hatine Herêma Kurdistanê, Papayê Pîroz birêz ve behsa wê helwesta Serokê Herêma Kurdistanê kir û cenabê wî bi mînaka lêborîn û pêkvejiyanê wesif kir.

Hêjayî gotinêye li hevdîtinê de dosyeyekî tevahî sebaret bi pêvajoya Mesîhiyên li Iraq û Kurdistanê û helwesta Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşkêşî bi Papayê Pîrozê Vatîkan Venedîkê Şanzdehem hate kirin.

Back to top button