Civak

Îran 6 Kurdên dinê xelkê Bane destgîr kirin

Li dirêjahiya pela destgîrkirina xort û ciwanên Kurdan berdewame û li bajarê Bane, şeş Kurdên din ku sê ji wan bira ne û sê yên din jî pismamên hevin hatine destgîr kirin.

Li rapora Rêxistina Mafê Mirovan Hengaw, berî sibehiya roja yekşem 26.04.2020 li gundê Bilesen ya bajarê Bane sê welatiyên bi navê “Bêstûn Ehmedpûr, Ferhad Ehmedpûr ku bira bûn û Hadî Ehmedpûr pismamê wan dû kesane, ji aliyê hêzên Îtlaata Bane ve hatin destgîr kirin.

Çavkaniyeke agahdar li vî derbarî de ragihandiye ku ew sê welatî bi tometa hevkarîkirina yek ji partiyên Kurdistaniyên dijberê Hikûmeta Îranê hatine destgîr kirin.

Her wiha berî heftiyek jî hêzên Îtlaata Bane sê birayên dinê bi navên “Xelîl, Kerîm û Barzan Kerîmî” her bi heman tometê destgîr kiriye û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Balkêş e ?
Close
Back to top button