Cîhan

Tirkiye ji rêzbenda welatên demokrasî hate derxistin

Komeleya Bertelsmann ya Almanî BTI ya ji bo lêkolînan, nûtirîn rêzbenda welatên demokrasiyê ya sala 2020 belavkir û li gor rêzbendê êdî tirkiye bi welatekî demokrasî nayê binavkirin.

Li gor lêkolîna komeleyê bi giştiya 137 welatan, tirkiye li rêzbenda 77 mîn welatê cîhane û li rêzbenda welatên demokrasiyên cîhanê hate dûr xistin.

Ev paşvekêşiya bi lez ya tirkiye li rûyê demokrasiyê ve ji bo hemwarkirina destûra tirkiye ya li sala 2017 û destpêkirina qonaxa nû ya sîstema Serokayetiya tirkiyê ve vedigerê, dema li sala 2018 bi dengê % 51.3ê beşdarbûyên rapirsiyek, sîstema hukimraniya wî welatî ji Parlemeniyê ve ji bo Serokayetiyê hatibû guhertin.

Li lêkolînê de hatiye nivîsin: tirkiye ji ber bi cîhkirina otokrasiyê, tevahiya desthilatê li bin destê take kesek komkiriye û Parlemen betal kiriye û dîktatoriyet jî buye defacto.

Ev lêkolîn dû sal carek tê kirin û polînkirina welatan ya di derbarê mumareseya demokrasiyeta navxweyî û derekî û saziyên wê têne kirin.

Li gor vê komeleyê li sala 2010 tirkiye li rêzbenda welatên demokrasiyê da li pileya 54 mîn da bû. Li sala 2012 da pleya 57, li 2014 da pleya 63, li 2016 da pleya 70 û li 2018 da pleya 73 û li 2020 da daket pleya 77.

Back to top button