Îran 10 km, tirkiye 40 km hatine nav axa Başûrê Kurdistanê

Peyvdarê Wezareta Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê ragihand artêşa tirkiye bi kûrahiya 20 heta 40 km û artêşa Îran jî bi kûrahiya 10 km hatine nav axa Başûrê Kurdistanê û baregehên serbazî çêkirine. Hikûmeta Iraqê ji vê tixûb derbaskirinê agahdar kirine.
Lîwa Babekir Feqê Peyvdarê Wezareta Pêşmergeyê Herêma Kurdistanê di derbarê operasyonên tirkiye ya bi armanca lêdana baregehên PKK li nav axa Herêma Kurdistanê ragihand, artêşa tirkiye li sêgoşeya tixûba di navbera tirkiye, Iraq û Îran operasyona asmanî û bejayî destpêkiriye û dibêje: “Ev kirdar binpêkirineke eşkere ya yasaya navdewletî û binpêkirina serweriya axa Iraq û bi taybetî serweriya Herêma Kurdistane”. Her wiha Peyvdarê Wezareta Pêşmerge dibêje: “Vê helwest û operasyona tirkiye şermezar dikîn”.
Her wiha Babekir Feqe di derbarê hatina artêşa tirkiyê de got: “Li rêya navçeyên tixûbiyên bin kontrola hêzên Pêşmerge ku yekîneyên 80 li wire, artêşa tirkiye li wan navçeyan tixûbê derbas kiriye, li navçeya Sindî û Gulî heta digihe sêgoşeya Xwakurk û cihên din vê operasyonê encam dide. Li wan navçeyan bi kûrahî 20 heta 40 km axa Herêma Kurdistanê derbas kiriye.” Her wiha Îran jî bi heman awayî 10km ketiye nav axa Başûrê Kurdistanê.