Tê zanîn ku eve demeke di navbera CHPê û HDPê de hevdîtin hene û taybetî hilbijartinên herêmî de gelek cihan HDPê û CHPê hevkariyek pêkanîn. Lê tu cara nav li vê hevkariyê nekirin. CHPê gelek şeredariya de endametiya Meclisa Şeredariya da HDPê û bi vê awayî jî HDPê pişgiriya CHPê kir.

CHP û IP(IYI PARTI) di nava yekitiyekî de ne, pêwendiyên HDPê û CHPê her çikas di berjewendiya IPê de bin jî, lê IP xwe nêzik HDPê nedikira. Gelek kesan digotin ku IP dikare ji dev tifaqa CHPê berde.

Lê niha IP jî dibêje ku, ji bo hevkariya HDPê hinek mercên wan hene. IP vekirî dibêje, eger HDP PKKê wek rêxistinek terorist bi nav bike û PKKê şermezar bike em dikarin hevkariyê bikin. Berpirsên IPê dibêjin ku heta HDP vê yekê nekê em tu pêwendiyan li gel HDPê danaynin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: