Encama Siyaseta Gef Xwarin Û Êrîş Wê Xirap Be
Serokkomarê Tirkiyê berdewam gefa Kurdistana Rojava dixwe.
Hikumeta AK Partî, ji hebûna rêxistinên tundrew a Îslamî li ser tixubên Tirkiyê û Suriyê ne rehet nedibû û nedigot wan “li ser evlehiya netewî xeter in” û her usa alikariya wan dikir. Lê belê hikumeta Tirkiyê, îro jî Kurdên Rojava û destkevtên wan li ser” evlehiya netewî” wekî xeter dibine.
Serokkomar Erdoxan û karbidestên dinê Tirkiyê yên sîvîl û leşkerî, di her derfetek da gefa Kurdistana Rojava dixwin.
Dewleta Tirkiyê, di salen çûyî, di bin naven cuda cuda da, li Kurdistana Rojava operasyonên leşkerî encam da bi alikariya Erteşa Azad a Suriyê, ku nokerê Tirkiyê ye, di Rojavayê Firatê hinek navçeyan dagîr kir. Hikumeta AK Partî îro xwe bona operasyonên leşkerî li Rojhilata Firatê amade dike.
Hikumeta AK Partî, alikî va gelek hewl dide, ku bona ku Dewleta Yekbûyî a Amerika (DYA) bona operasyonê leşkerî îkna bike, alikî va jî leşkerê xwe bona tixubên Suriyê dikşine.
Serokkomarê Tirkiyê Erdoxan, ku berê gef dixwar û digot “emê di şevekê da nîşkêva bên”, îro jî di civîneka partiya xwe da usa dibêje: “Em amadeyiya xwe temam kir, planên xwe çêkir û desturên pewîst dan. Me biryar daye û pêvajo jî dest pê kiriye. Dema pêşî lê vekirina kaniyên aşitiyê hatiye, dibe ku îro be, dibe ku ji qasê sibê nezîk be.”
Lê belê gotarên hanê, amedeyiya leşkerî, ne tenê pirsgirêkan çareser nake, her usa girantir dike û binbesta tundutijiyê kurtir dibe.
Operasyona leşkerî bo ser Rojhilata Firatê û dagirkirina vê navçeye, pêyvendiyên gelên navçeyê aloztir û xiraptir dike. Operasyonê hanê di berjewendiya gel da, ku rû bi rûyê pirsgirekên aborî ne û di bin giranî da dinalin, nîne û paruyê xelkê piçuktir dike.
Armanca projeya Erdoxan, ku bona cî û war kirina penaberên Surî di navçeyen dagirkirî da hatiye çêkirinê, guhartina demografiya navçe ye û berdewamiya siyaseta dîrokî a dewleta Tirk e, ku dixwaze demografiyayê Kurdistanê bigore.
Divê bê zanin, ku berhema siyaseta gef xwarin û guhartina demografî nîne û her usa siyaseta hanê dibe sedema mezintir bûna pirsgirêkan.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK carekê dinê banga Serokkomar û hikumeta AK Partî dike, ku dev jê siyaseta hanê, ku pirsan aloztir û barê gel girantir dike, berdin û leşkerkêşî bo ser tixubên Suriyê rawestinin.
Divê DYA, Rusya û dewleten mezin a Rojava, dem û dezgeyên navnetewî li hemberê siyaseta êrîşkar a dewleta Tirkiyê bê deng neminin.
PSK banga hemu aliyên siyasî yên aşitixwaz, sendîka û komelên pîşeyî û saziyên sîvîl dike, ku dengê xwe dijî armanca dewleta Tirk bona Rojhilata Firatê bilind bikin.
PSK carekî dinê daxwaz ji PYD, ENKS û partî û rêxistinên dinê yên Kurdistana Rojava dike, ku li ser bingeha Peymanên Hewlêr û Dihokê bi hevra kar û xebat bikin.
PSK, bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka demokratîk û aşitiyane, banga hemu hêz û partiyên Kurdistanê dike, ku li hembere siyaseta gef xarin û êrîşkarê hikumeta AK Partî milê xwe bidine hevdu.
06 Cotmeh 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan