Bîlançoya xwepêşandanên Iraqê

Li gel berdewamiya xwepêşandanan li Iraqê ku îro derbasî roja xwe ya şeşem bû, Wezareta Navxwe ya Iraqê amarek di derbarê hejmara kuştî û birîndarên xwepêşandanan de belav kir û li gor wan amaran, ji destpêka xwepêşandanan ve heta îro 104 kes hatine kuştin, ku 8 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne û 6.107 kes jî birîndar bûne.

Êvara îro yekşemî Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, li Bexdayê di derbarê xwepêşandan û aloziyên wan çend rojên dawiyê de konferanseke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Lîwa Seid Mein di vê konferansa rojnamevanî de, hejmara kuştî û birîndarên 6 rojên xwepêşandanên li Bexda û çend bajarên din aşkere kir û ragihand, di xwepêşandanan de 104 kes hatine kuştin ku 8 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne û 6,107 kes jî birîndar bûne.

Lîwa Seid Mein amaje bi wê yekê jî kir, ku 51 avahî û 8 baregehên partiyên siyasî ji aliyê xwepêşanderan ve hatine şewitandin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê herwiha îdia kir, ku destekî qirêj û veşartî li piştî hedefgirtina xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê yên wî welatî hebûye, lê belê neda xuyakirin, ku mebesta wî ji wê destê qirêj çî ye yan çi aliyek e.

Ji Sêşemiya bihorî 1ê Cotmehê ve xwepêşandanên nerazîbûnê li Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê, li dijî gendelî, bêkarî û nebûna derfetên kar, nebûna xizmetguzariyan û awayê birêvebirina hikûmetê berdewam in.

Îro jî tevî ku hejmara xwepêşanderan li gor çend rojên bihorî heta radeyekê kêmtir bûye, lê xwepêşandan her berdewam e.

Li aliyekî din, Civata Wezîran a Iraqê di pêngava xwe ya herî nû de, dest bi cîbicîkirina beşek ji daxwazên xwepêşanderan kir.

Civata Wezîran a Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî civiya û biryar da, ku deriyê tomarkirina navan bo wergirtina zewiyên nîştecihbûnê, ji bo kesên hejar û kêmdahat li hemû parêzgehan bê vekirin û herwiha dabeşkirina 17 hezar zewiyên nîştecihbûnê li Besrayê di maweya 4 heftiyan de bê temamkirin.

Di biryareke din de, Civata Wezîran a Iraqê soz da ku 100 hezar yekeyên nîştecihbûnê li hemû parêzgehan ava bike, herwiha bi rêya sindoqa nîştecihkirinê û di çaçroveya bûdceya 2020an de, deynên bê sûd pêşkêşî welatiyan bike, ji bo yekeyên nîştecihbûnê ava bikin.

Civata Wezîran a Iraqê herwiha biryar da, ku bo dema 3 mehan 175 hezar dînar mûçeyê mehan bide 150 hezar kesên bêkar li seranserê Iraqê, ku şiyana wan a karkirinê nîne û bo cîbicîkirina vê projeyê, 78 milyar û 500 milyon dînar terxan dike.

Hikûmeta Iraqê herwiha biryareke din jî pesend kir, ku li gor vê biryarê, parêzgarên Iraqê dive bi hevahengiya li gel fermangehên çavdêriya civakî, lîsteya navê malbatên bêpar amade bikin, daku mûçeyê çavdêriya civakî ji wan re bê dayîn.

Civata Wezîran a Iraqê herwiha biryar daye, kesên ku di xwepêşandanên wê dawiyê de hatine kuştin, çi xwepêşander û çi jî hêzên ewlehiyê, weke şehîd bêne hesibandin û hikûmet dê mûçeyê şehîdiyê bide malbatên wan kesan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: