Nivîsar

Îmmunparêzîya garankî…

                          Meriv dizane, vêya elbet karê bijîjk, profesor, doçent, labaratuarger, kîmyager, parzger û lêkolînera ye. Lê mebesta min ew e, ku ka gelo meriv bi awakî  çawa dikare, taybet bi zimanê kurdî zelaltir û xweştir bîne ziman.

                      Tişte ku para me dikeve, godarîkirina li gotin û vegotinên pisporane,û bicîanîna tewsîye û referensên wan in; Dinya li ber bayê şofgerekî(epidemî) ye. Vîrusa vê şofê pir har û şofdar e, meriva dikare bikuje!

                         Dibê ku em ji vîrusa qovîd-19´ê(covid-19) xwe biparêzin. Pêwistîya panîkê û ziravqetîbûnê tune ye. Em xwe nexînin nava panîkê, yan na wê bi xwe ra nexweşînên dinê jî peyda bike, û ew jî ji tendurustîya me ra wê xeterekî pir mezin be, bi kurtasî wê baş nebe. Herî kêmtirîn, wê bandorekî xerab û şopekî di warê pîskolojîk da li ser me deyne. Loma dibê ku meriv pir haydar be!

                           Qasî ku meriv têdigîje, vîrusa qovîd-19´ê vîrusekî pir har e, û li ser materyalên cûda heta 4-5 roja jî dikare bijî û derbasê meriva bibe. Li ba însana jî di navbeyna 14-21 roja dikare bijî, nexwe jîndar e. Di wê demê da însan jî vîrusbar dibin. Lêkolînên encama vê dema hanê daye xwûyakirin ku vê vîrusa hanê bi zaroka      

nakeve, hew ji hezarî 2-3 zarok… Li ba ciwana jî di derdora ji %20´î da ye. Di derdora ji %60-70´î jî li ba kal û pîra tê dîtin. Lê kesên ku hin xwedî nexweşînên qronîk û cîddî bin, ew hê zêdetirîn di bin xeterê da ne. Wusa ku vê vîrusa hanê piştî  demekî di pişika meriva da xwe bi cî(h) dike, û ger neyê ”binpêkirin” meriva wekî di nava avekî da difetisîne. Bi giranî jî girêdayî rewşa xurtbûn û lawazbûna îmmunparêza meriv e.

                           Wusa kifş e ku vê vîrusa hanê, pir zû, ji meriva derbasê meriva dibe. 

Loma dibê ku meriv pir haydar be, û haya meriv ji hin nuqteya hebe ku meriv bikaribe xwe biparêze. Dibê ku yên şofketî bin bêşik û bêguman bên îzolekirin. 1- Dest û serçavê xwe bi sabûnê bişon/bi desinfektion/qolonyayê, xwe paqij bigirin. 2- Di navbeyna hevdû da bi kemanî 1,5-2m. bihêlin. 3- Maskeya devbenda û lepika bi kar bînin. 4- Heta meriv li derva be, destê xwe nedin dev, poz û çavên xwe. 5- Heta pir zêde şert nînbe, ji mala xwe dernekevin. 6- Ger agir, kuxik, arsim, bêhalî, êş, vîrîkîbûn, êşa hestîya, benijîn û hwd. li ba meriv hebe, ger destdarî hebe qandî 2-hefteya li mala xwe bisekinin. Axlem molekulên ji dilopikên devê meriva, ji hilm û gulma derbas dibe. Ger kuxika zûwa û agir zêdetir be ew çax têlefonê ”acîl”ê bikin, û xwe bigihijînin nexweşxaneya. Bi kurtasî dibê ku meriv vê şofa hanê pir cîddî bigire. Her çiqasî sedeka mirinê zêde nînbe jî em dibê ku ji xwe haydar bin, haydarîya xwe ji destê xwe nexînin. Xemsarî,  gonedanî û sersarîtîyê nekin, nebêjin ku ”de tiştekî bimin nabe, lo!” Wusa tê xwanêkirin ku ew dê bi sedhezara insan bimirin. Rewş pir cîddî ye!                     

                           Vê carê em piçekî li polîtîqaya tendurustîya Swêdê binêrin. Piranîya welata tedbîrên fenî hevdû girtine, yan jî hêjî diceribînin. Lê tedbîrên ku Swêd girtiye bi rastî jî hinekî taybet e. Lewra min navê vê nivisa hanê danî ”îmmunparêzîya garankî”. Fenî ku çawa garanekî li dijî vîrusekî xwe bi awakî xwezayî diparêze, însan jî fenî ”dewara” nexwe garankî wê xwe biparêze. Em bikin nekin wê bi kemanî ji%60-70 zêdetir insan bi vê şofê bikevin, kes nikare li berê bisekine. Loma pêwistiya testên bi giştî nake. Ger hinekî xwe baş hîs nekî li malê bimîne. Şof wê bi hemdê xwe, hêdîka, lê di bin qontrolekî da wê belav bibe. Piranîya kesên îmmunlawaz(kal-pîr û nexweş) wê nikaribin ber xwe bidin, û mixabin ku wê jîyana xwe ji dest bidin. Piranîya kesên îmmunxurt wê bikaribin xwe biparêzin. Bi vê polîtîqayê wê barê li ser sazîyên tendurustîya jî kêmtir bibe, ta ku dermanekî yan jî parzekî(vaccin) bê dîtin.         

     Ev çi tofan e hate serê merivahîyê! Bi hêvîya ku rojekî zûtir parza qovîd-19´ê (covid-19) bê dîtin/derkeve. Wusa tê xwanê ku heta wê demê, jîyana ku heta nûha ”normal” bû ew dê êdî nebe!

                          Eman gidî bi vê şofê nekevin, xwe biparêzin!

Î.Can

[email protected]

Back to top button