Cîhan

Îmarat û Kuwêt konsulxane li Hewlêrê vedikin

Îmarat û Kuwêt jî dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin 

Berpirsê fermangeha têkiliyên derve yê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Îmarata Erebî û Kuwêt dê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê vekin. 

Felah Mistefa, berpirsê fermangeha têkiliyên derve, di daxuyaniyekê de ji Aknews re ragihan ku,  piştî serdana Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û şanda pê re bo Îmarata Erebî, wî welatî bi awayekî fermî ragihandiye ku, ew dixwazin konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekin. 

Berpirsê fermangeha têkiliyên derve  got:

Di demeke nêzîk de Îmarat dê konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke, hikûmeta herêma Kurdistanê jî kêfxweşe ku welatên erebî dixwazin konsulxane yan ofîsên balzyozxaneyên xwe li herêmê vekin. 

Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkiliyên derve behsa vekirina konsulxaneya welatê Kuwêtê li Hewlêrê kir û got ku, hikûmeta Kuwêtê jî biryar daye konsulxaneya xwe li herêma Kurdistanê veke:

Niha Kuwêt mijûlî cîbicîkirina tedbîrên yasayî ye û têkiliyên digel wezareta derve ya Iraqê dike daku konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke. 

Back to top button