Polîtîk

Îmarat li Kurdistanê roja niştimaniyê pîroz kir

Li Hewlêrê bi amadebûna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê salvegera roja nîştîmaniya Îmarat hate pîroz kirin

Êvariya îro bi amadebûna Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Şêwirmendê Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê û hejmarek ji Wezîrên Hikumeta Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêr û Şêx Raşîd Mihemed El Mensurî Konsolê Giştî yê Îmarat li Kurdistanê û Konsol û nûnerên welatên biyanî û berpirsên dinê îdarî û siyasiyên Kurdistanê, rêwresma 42 saliya roja nîştîmaniya Îmarat birêveçû.

Li rêwresmê de Şêx Raşîd Mihemed El Mensurî Konsolê Giştî yê Îmarat li Hewlêr gotarek pêşkêş kir û têda got hemû salek li vê rojê de zengilek nû li welatê me lê dide ew jî bîranîna roja nîştîmaniya welatê me ye, xweşhaliya xwe jî bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê li vê rêwresmê de derbirî û bi şanaziyekî mezin ji bo welatê xwe da zanîn. Heman demî de got me hengaveke zêde avêt heta welatê xwe ava bikîn û niha jî pêdagîriyeke zêdetir dikîn ji bo wê yekê ku berev pêştir biçîn. 

Back to top button