Polîtîk

Îmarat li Kurdistanê 2.5 mîlyar dolar veberhênanê dike

Li gor nûçeyeke malpera Gulf News Mîrektiya Yekgirtiya Erebî (Îmarat) li Herêma Kurdistanê heta niha 134 şîrketên Îmaratî kar dikin û 2.5 mîlyar dolar veberhênanê kirine.

Hamad Bu Amin Serokê Jura Pîşesazî û Bazirganiya Mîrektiya Yekgirtiya Erebî (Îmarat) daye zanîn ku bi tenê li Herêma Kurdistanê 134 şîrketên wan kar dikin û 2.5 mîlyar dolar veberhênanê kirine.

Her wiha Amim daye zanîn ku ji ber vê yekê wan li Kurdistanê nivîsîngeheke xwe vekirine ku ji bo karsaz û veberhênerên Mîrektiya Yekgirtiya Erebî (Îmarat) karhêsaniyê bikin.

Li gor zanyariyên nûçeyê li Kurdistanê 17.160 şîrketên Kurdan heye û 2.724 şîrketên welatên biyanî heye û ev şîrketên biyanî li çar herêmên pîşesaziyê de kar dikin.

Back to top button