Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê eve duyemîn care beşdarî li Foruma Aboriya Cîhanî ya Davosê dibe ku her sal li Swîsre tê li darxistin û îsal 22.25.01.2014 an de li dar dikeve.
Serokê Kurdistanê îsal li gel Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye û Mihemed Cewad Zarif Wezîrê Derveyê Îranê beşdarî li panela (Paşaroja Rojhilata Navîn) dibe. Li vê panelê de asayîşa rojhilata navîn û guhertinên nû yên li rojhilata navîn bêne nirxandin.
Her wiha Serokê Kurdistanê wê li Davosê li gel Serok, Serokwezîr û Wezîr û berpirsên bilindên çendîn welatên cûda cûda hevdîtinan pêkbîne.
Serok Barzanî, li ser malpera fermî ya Davosê “Serokek ku hewl ji bo demokrasî û bi destxistina mafên gelên Herêma Kurdistanê” hatiye nasandin.