Koşka Spî: Divê Hewlêr û Bexda bigihin rêkkeftinê
Eve cara duyeme li heyvekî de şandekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê çûne Bexda û li wir li gel berpirsên Hikûmeta Iraqê civiyan. Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Dr Roj Nûrî Şaweys, Azad Berwarî û Aştî Hewramî, Sefîn Dizeyî û Amanc Rehîm pêkhatibû, li gel Husên Şehristanî Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê ya Karubarê Uze û Ebdulkerîm Le’êbî Wezîrê Nefta Iraqê û çend berpirsekî din civiyan.
Koşka Spî di derbarê vê civînê de daxuyaniyek ragihand dane zanîn ku Amerîka dixwazê Herêma Kurdistanê û Bexda bigihin rêkkeftinek.
Li gor wê ragihandina Koşka Spî ku li ser malpera wan ya fermî hatiye belav kirin, Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka bi telefonê peywendî li gel Nûrî Malîkî Serok Wezîrê Iraqê kiriye, li peywendiyek de her dû alî behsa kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê kiriye û Joe Biden ragihandiye ku Herêma Kurdistanê û Bexda divê li ser bingeha dostane û berjewendiyê rêk bikevin û hewl bidin rêyekî guncav ji bo çareseriya kêşeyên di navbera Bexda û Herêmê peyda bikin. Wekî ku Koşka Spî ragihandiye guftugoya di navbera Biden û Malîkî li ser pirsa şandina nefta Herêma Kurdistanê bûye.