FlaşPolîtîk

Şehab: Em piştgirî didin mafên pêkhateyan û xwendina kurdî li Sûriyê

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, destpêkirina xwendina bi zimanê kurdî li Sûriyê pêngaveke erênî ye û diyar kir, rewşa Kurdan li wî welatî ji qonaxa bênasnametiyê derbasî qonaxa misogerkirina mafan di destûrê de bûye.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro 29ê Tebaxa 2026an ji Kurdistan24ê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di destpêka diyaloga navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Sûriyê de, her tim tekezî li ser wê yekê kiriye ku aramiya Sûriyê bi parastina mafên hemû pêkhateyan ve girêdayî ye.

Şehab diyar kir, Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya bo Şamê de, ev helwest bi zelalî ji Serokê Sûriyê Ehmed Şera re ragihandiye û aliyê Sûriyê jî amadehiyek baş nîşan daye. Di civînan de bi hûrgulî li ser mijara zimanê kurdî hatiye axaftin û nêzîkatiyeke erênî hatiye nîşandan, ku ev wekî guherîneke stratejîk di siyaseta Sûriyê de tê nirxandin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê guherîna pêgeha Kurdan li Sûriyê de got: “Niha Kurd ji qonaxa bênasnamebûnê derbasî qonaxekê bûne ku tê de behsa mafên neteweyî di destûrê de tê kirin. Ev guherîn pêşkeftineke mezin e.” Herwiha tekez kir jî, Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve di vê pêvajoyê de alîkar bûye û dê di piştgirîkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan de berdewam be.

Li ser nûçeyên li ser hilweşandin an jî guherandina statuya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Dilşad Şihab ragihand, ev mijar beşek ji wê rêkeftina ku di destpêka vê salê de di navbera her du aliyan de hatibû kirin e. Şihab got: “Herêma Kurdistanê piştgiriya her pêngavekê dike ku ji bo aştî, pêkvejiyan û aramiya Sûriyê were avêtin.”

Back to top button