
Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed îro 29ê Tebaxa 2026an, di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, pêwîst e di zûtirîn dem de Parlamentoya Kurdistanê were aktîfkirin û pêngavên ji bo pêkanîna kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bikin.
Mehmûd Mihemed aşkere kir, di demeke nêzîk de her du polîtburoyên PDK û YNKê dê bicivin. Herwiha da zanîn ku piştî civîna şandeyan, dê civîneke di asta bilind de yan jî “civîna lûtkeyê” di navbera serkirdayetiya her du partiyan de were kirin.
Derbarê nêzikbûna aliyan de, Berdevkê PDK’ê got: “Em nakevin pêşiya bûyeran. Dema civîn pêk hatin, em dikarin bi zelalî li ser encaman biaxivin.” Herwiha tekez kir ku tenê maseya diyalogê cihê çareserkirina hemû mijarên mayî ne.
Mehmûd Mihemed spasiya hemû aliyên siyasî kir ku di şikandina xitimandin û krizên siyasî de xwedî rol bûne û got: “Hemû alî beşek in ji vê pêvajoyê û erkê niştimanî û neteweyî li ser milê wan e.”
Derbarê diyarkirina dema hilbijartinan û dema yasayî ya parlamentoyê, Berdevkê PDK’ê ragihand: “Heke em gihîştin wê baweriyê ku rêyek ji bo aktîfkirina parlamentoyê û pêkanîna kabîneya nû heye, wê demê pêwîst nake em ji niha ve biryarê bidin ka dê sê yan çar sal ji bo hilbijartinan were diyarkirin; ew mijar dê di dema xwe de biryar li ser were dan.”


