Îlham Ehmed:Em ne modela Kurd in!

Hevseroka MSD (Meclîsa Sûriye Demokrat) Îlham Ehmed (Ronahî) ji rojnameya Sanchicaexteriorior Sancha Natalia re axivî. Di hevpeyvîna xwe de Ahmed, têkiliyên bi rêjîma Sûriyê re pêwendîyên bi Amerîka re û rewşa Rojava nirxand. Di hevpeyvînê de, terîfkirina rêveberiya xweser pir balkêş bû. Ahmed got, rêveberiya xweser ne modêla Kurdî ye.

Rojnamevan Sancha dipirse: “hûn serxwebûnê naxwazin, hûn Xweseriya dixwazin. Hûn bi vî modêlî mînaka rêveberiya herêma Kurdistanê esas digirin? “Ehmed bersivek balkêş da vê pirsê. Bersiva ronahî wiha bû: Hikûmeta Herêma Kurdistanê modeleke kurdî ye, projeya me ne projeyeke kurdî ye. Projeyek pir-etnîkî di xizmeta hemî mirovên ku li vê herêmê dijîn de ye. Cûdahiyek din eve ku jin li vir lingek girîng temsîl dikin, lê jin li wir heman rolê nalîze. Herweha, pergala Iraq navendî ye û ji ber vê yekê girêdayî Bexda ye, em ademî merkezîbûnê esas digirîn. Weke mînak, mamoste yên başûr berdewamî mûçeyên xwe ji Bexdayê bigirin, ji ber vê yekê hikûmeta Iraqê dikare her demê wan şelelî bike. “

Çima navê Kurdistanê dihête red kirin?

Rêvebirên Rojavayî di her derfetî de dibêjin ku em ne modêlê Kurdan e, em modêlê gelan esas digirîn. Ev mijara ku bi gelemperî di nav Kurdan de nerazîbûnê ava dike. Hin derdorên nêzî PKK ji gel re dibêjin “ev helwesteke polîtîke ji bo ku kolonyalîstan ne tirsinin” lê rastî ne wisa ye. Ji ber ku rêveberiya Rojava ya PKK ê di cewher de sîyasetekî nasnameya Kurdî vederker dimeşîne û naxweze nasnameya Kurdî derkeve pêş.

Ji ber sîyaseta rêveberiya Rojava ya dijî-Kurd Demografiya bajarên Kurdistanê li Rojava hatin guherîn.

Rêveberiya Rojava kembera Erebî pir fireh kir

Di 24 ê Hezîrana sala 1974an de rejîma Baasê ya Sûrî bi navê “Kembera Erebî” pêvajoyek li dijî Kurdan da destpêkirin, armanca wê guhertina demografiya Kurdistanê bû. Li erdê Kurdistanê bi dirêjiya 350 km û firehiya 15 km Ereb lê hatin bicihkirin. Projeya Kembera Erebî nêzî 150 hezar cotkarên Kurd ji warên xwe koç kirin, û nêzî 2 mîlyon hektar erd ji Ereban re hat dayîn. Ji ber vê sedemê, herêmên ku Kurd lê dijîn ji hev hatin qetandin. Di navbera herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîrê de nifûsa Ereb pir bû. Yanî bi vê projeyê gund û bajarên Kurdan weke giravê mane nava Ereban de.

Bi pêşketina rewşa li Sûriyê û Rojava ya sala 2011 an re, rewşa girav bûnê hate derbaz kirin. Êdî Kurd li navendên bajaran xwe de jî bûne kêmanî. Mînak, berê de nifûsa Kurdan li Qamişlo sedî 78 bû, piştî “şoreşa Rojava” rêja nifûsa Kurd daketiye ji sedî 49. Ereb li Dêrikê, Dirbesiyê û hwd li gelek cihan bê kontrol hatin bicihkirin. Bi vî rengî, guhartina demografîkî bi esasî ser dema Rêveberiya Xweser pêk hat. Çawa ku Tirkiyeyê demografiya Efrînê guherand, PYD jî heman astê de demografiya erdnîgariya Rojava yê Kurdistanê guhert. Tiştê hîzba baasê bi zorî li Kurdan kirî îro PKK-PYD bi dilsozî li Kurdan dikin.

Ji sala 2011an vir ve, rêxistinên ne liser PKK ê hemû li Rojava hatin derxistin. Şûna Kurdên ku hatîn derxistin Ereb li Kurdistanê hatin cîhkirin. PYD bi tifaq û tewîzên li gel eşîret û serokên Ereban xwest desthilata xwe mikûm bike. Bi rastî, rêjeya piştgiriya PKK û rêxistinên wê di nav gelê Rojava de nagihije nîvê jî. Ji ber vê sedemê, dixwestin ku li hember partiyên Kurdan, bi Ereban re bibin serwerê herêmê. Niha Hilbijartinek çêbibe dê Kurd li ser axa xwe li rojava kêmanî bi mînin.

Gelo biratiya gelan e an jî hevkariya aborî?

Mînak, tawîzên mezin ji bo serokeşîrên Ereba ên li Hasekî û cîhen din hatin dayîn. Heya destûra xebitandina bîrên neftê ji Eşîrên Ereb re hate dayîn. Tewîzên aborî hatin dayîn. Wekî din, van Eşîretan di asayîşa giştî  û hêzên QSD dê de pir cîhên giring bi dest xwe ve anîn. Ji ber ku mûçeyên van dezgehan ji aliyê hin dewletan ve tê dabîn kirin. Xwediyê îqtîdarê beşek ji mûçeya serê mirov tê dayîn distîne. PKK ji kadroyên xwe yên di nav QSD ê de pera distîne.

Eşîrên Ereban ji serdema Esed zêdetir bûn xwedîyê îmtiyazên aborî. Niha jî, li gelek deveran, kurd li cihên wekî asayîşa giştî de ji Ereb a kêmtir in.

Ji ber vê sedemê, tifaqeke aborî heye, ne ku mafê biratiya gelan. Ev tifaq li ser îmtîyaz û tawîzên neqanûnî çêbû ye. Ne diyare ka dê çiqas dem direj be. PKK ê nexwest bi Kurdan re tifaqê bike lê li gel Ereban kete nava hevkarîyek bê mebde û bê sînor.

Gotina Duran Qalkan ya navdar: Dema ku behsa kurdan tê kirin  kê tê bîra mirov?

Ev rastîyeke ku pêvajoya bê Kurd kirina Rojava ji aliyê Esad, Iran û Tirkiyê ve bi kêfxweşî tê mêzekirin. Rexmê ku piştgiriya gelê Kurd a li çar parçeyan ji bo parça rojava çêbû, lê mixabin Rojava weke deverekî Kurdistanî xuya nake. Tê dîtin ku Îlham Ahmed di hevpeyivîna xwe de pesnê vê sîstema ne kurd dide.

Di destpêka pêvajoya Rojava ya Duran Qalkan gotibû, “Em li Rojava nabêjin Kurd, ji ber ku di qada navneteweyî de peyva Kurd Barzanî tîne bîra mirovî û em li şûnda dimînin.” Daxuyaniya Qalkan sedemek girîng a li pişt axaftina Îlham Ehmed eşkere dike.

Rastiya serxwebûna aborî çi ye?

Rêvebirên PKK ê bi giştî di warê pergal û xebatê de projeyên xeyalî pêşniyar dikin. Ew dibêjin ku pergala ku ew pêşniyar dikin di cîhanê de yekem e. Lêbelê, pergala ku ew pêşniyar dikin pergalek e ku gelek caran hatiye ceribandin. Wekî din, rêvebirên PKK ê di çarçoveya propagandayê de bi pirsgirêkên pergalê re mijûl dibin. Li şûna pergalek ku di şertên rastîn de hatî bicîh kirin, ew ji bo propagandayê çi hewce dike wê dibêjin. Rewşa jin û aboriyê jî mesele yek wiha ye.

Ehmed di axaftina xwe de rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku mûçeyên mamosteyan ji Bexdayê distîne. Lê hemû mamoste û karmendên dewletê yên li Rojava hê jî ji aliyê rejîma Sûriyê ve mûçe distînin. Wekî din, hin hêzên navdewletî mûçeyên hêzên leşkerî didin. Hin rêxistinên alîkariyê jî mûçeyê saziyên sivîl didin. Weke din, her çend ne diyar e ka dê pêşeroja Rojava çawa be, lê rêveberîya xweser Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçûk dibine û nêrînek pir xelet pêşkêş dike. Xwe weke hevrikê sîstema Başûr dibine.

Karakterê PKK ê dijî Kurd e

Nêzîkbûnên rêvebirîya PYD ê ji bo destkeftên Kurdan di asta navdewletî de di çarçoveya berjewendiyên hîzbî da ye. Hemû destkeft weke amûrekî propagandayê tê bikar anîn. Ev nêzîk bûn bingehê xwe ji qerektarê PKK ê digire. PKK di dîroka xwe de tu carî li gel partîyên Kurdan nava hevpeymanî û koordînasyone kî de ne xebitî ye. PKK ê li her devera ku Kurd lê ne, dijatîya Kurdan û dijminatî kiriye. Bi giştî, di pratîka PKK ê ya di derbarê Kurdan de helwestekî dij-Kurd diyarker e. ev helwesta PKK ê ya dij-Kurd hevdîtinên Kurd-Kurd ên li Rojava jî asteng dike.

Nêrîn/Şirove

Darkamazî

Nerîna min :