PolîtîkRojev

Proseya perwerdehiyê beşeke sereke ya çaksazîyan e

Konferansa Perwerdeyê ya Zankoya Amerîkî li Duhokê hate li darxistin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û daya xûyakirin ku, çaksaziya di proseya perwerdeyê de, beşeke sereke ya proseya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Li vir hewl didim ronahiyê bixim ser stratejiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya taybet bi sektora perwerdehiyê, di karnameya Hikûmetê de girîngiyê didin sektora perwerdehî û xwendina bilind û kar ji bo başkirina rewşa perwerdehiyê li Herêma Kurdistanê û bilindkirina asta zanîngeh û peymangehan dikin. Di du salên borî de ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê û qeyrana aborî, mixabin rewşeke neasayî derket holê, lê ligel wê jî em ranewestîn û di çaksaziya di hemû waran de berdewam bûn.”

Berdewamiya axvtina xwe de serokwezîr got:Bêguman ji ber wan çaksaziyan, me karî wan qeyranan derbas bikin. Em gelek hewl didin û kar dikin ji bo sîstema perwerdehî û xwendinê bi pêş bixin ku bi pêşketinên serdema sedeya 21 re guncaw be.

Ez bawer im ku rêberên dahatî yên gelê me bi riya perwerdeyeke dirust û pêşketî dirust dibe ku bingeha avakirina civakeke tendirust e û, civaka ku mirovên niştimaperwer û jiyandost ava bike. Pêwîst e armanca me ya sereke ji xwendinê, ne tenê bidestxistina bawernameyê be, lê belê divê armanca sereke, fêrbûn û bilindkirina asta rewşenbîrî û kulturî ya civakê be. Pêwîstiya me bi xwendekaran heye, ji ber ku em wêneya pêşeroja xwe li dibistanên îro dikişînin. Eger em bixwazin pêşeroja welatê me çawa ye, divê em li perwerdehiya xwe ya îro binêrin. Eger em karî perwerdeyeke tendirust û baş ava bikin, piştrast bin dê pêşerojeke me ya geştir hebe.”

Herweha serokwezîr got ku, divê hezkirin û girêdana bi welat di hundirê her mirovekî de were çandin, bi awayekî ku rêz li pêkvejiyanê û hizra qebûlkirina cûdahiyên olî, neteweyî û mezhebî were girtin, xwendekar fêrî rêzgirtin û parastina jîngehê bibin û dema mezin bibin jî xizmeta welatê xwe bikin.

Back to top button