Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez dike, perwerde bingeha hemû civakên pêşketî ye û sîstema perwerdê ya rast, garantiya niha û dahatûya pêşerojê ye û dibêje jî, sîstema xwendinê li Herêma Kurdistanê ji asta destpêkê heta xwendina bilind pêwîstî bi “pêdaçûneke cidî û bingehîn heye.”
Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê îro, 19/09/2021, konferanseke perwerdeyê saz kir û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di konferansê de amade bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçova wê konferansê de gotarek pêşkêş kir û tekezî li ser girîngiya perwerde û xwendinê kir.
Di destpêka gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê got, “Ji bo min ev konferans ewqas girîng bû, li geştê bûm û hemû tekeziya min li ser wê bû ku çawa dikarim di dema xwe de bigihjim vê konferansê, min her tişt kir bo ku beşdarî di vê konferansê de bikim.”
Serokê Herêma Kurdistanê, dibêje, ev konferans, “mijareke girîng û pêwîst e bo niha û pêşeroja neviyên me, me bi hev re kom dike” û got jî, sîstema perwerdê ya Herêma Kurdistanê “pêwîstî bi çakkirin û çaksaziyê heye, bi şêweyek ku li gel pêwera zanistî û standardê cîhanî yên îro perwerde û xwendinê biguncîne û bikare teba û hevmilê wan pêşketinên bilez be ku rojane di hemû warên jiyanê de têne pêş.”
Nêçîrvan Barzanî dibêje, zanist û teknolojî, ewqas bilez pêş dikeve, eger em bi xwe mijûl nebin û hewl nedin li gel biçin, dê paş de bimînin û tekez jî kir, her ew pêşketinên jî ku behayên têgihiştina nû li gel xwe tîne û rewşa aborî, civakî û siyasî ya pêk tînin.
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, pêşketin û geşedan ewqas bilez in, “ronî û zelal e ku em êdî nikarin û nabe dest bi şêwaz û metodên kevn ên perwerde û fêrkirinê bigirin û li ser berdewam bin. Her rojek zûtir dest bi çakkirin û çaksaziya di sîstema perwerdê de bikin, ewqas zûtir em dê bigihijin karwanê civakên pêşketî yên cîhanê û ewqas cih û pêgeha baştir di dahatûyeke nêzîk û dûr de bo welatê me desteber dikin.”
Her li ser pêşketinan, Serokê Herêma Kurdistanê got, pîşe û şarezayiya 20 an 30 sal berî niha, dibe niha heman rolê di jiyana gelek kesên me de nebîne “ev proseyeke sirûştî ya guherîna civakî ye. Proseya nirxandin, pêdaçûn û destnîşankirina kêmasiyan, wateya baweriya me ya bi xwe digihîne, wate wek hikûmet û wezaret, berpirs û peywendîdar, wek gel û takên vî niştimanî em li gel xwe rastgo dibin.
Serokê Herêma Kurdistanê, nimûneya Hindistanê nîşan da û pirsî, çima xelkê Hindistan, Çîn, Koreya Başûr wek nimûne di hemû warên jiyanê de bi serkeftî, li welatên xwe, Ewropa û Amerîka, serdestên teknolojiya zanist, bazirganî, sermayedarî, dahênan, ciwankariyê ne? Û welatekî wek Hindistanê nimûne, tevî dîrokeke dirêj a êrişn derve, dabeşbûn, klmderfetî, hejarî û hejmara zêde ya rûniştvanan, piştî çend sal ceribandin, lêkolîn û nirxandina berdewam, pêngavên gelek mezin avêtin û “niha kêm kompanyayên cîhanî hene ku şareza û pisporên Hindî tê de nebin.”
Di dewama gotara xwe de Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, “Sedema sereke ya destpêka wê serketinê, guhertina bingehîn û serdemiyane ya sîstema perwerdê bûye di hemû ast û qonaxan de. Hikûmeta Hindistanê bi hevkariya navdewletî û kadroyên xomalî û hevahengiya li gel alî û astên pêwîst, proseya çakkirin û çaksaziyê kirin morika serhildana şiyana welatê xwe. Heman prose li Koreya Başûr, Sîngapûr, Çîn, Fînland, Şahnişîna Urdin, Rwinda û çendîn welatên din jî dûbare bûye.”