
Li gora rapirsîna herî dawî ya dezgehê lêkolîna ORC li Tirkiye û bakurê Kurdistanî % 60 ji xelkê dixwazin hilbijartinên pêşwext bêne kirin. Heta wek vê gavê li gora hemû rapirsîna AKP partiya yekem e. Lê roj bi roj rêjeya dengên AKPê kêm dibe û AKP dikarê piraniya ku heyî winda bike.
Di pêvajoya Pandemîyê de pirsgirêka penabera û rewşa darayî gelek tişt guhertine. Di hilbijartinên serokkomariyê de ji % 40 kesên ku deng dayin Tayib Erdogan niha dibêjin gerek hilbijartinek pêşwext bê li darxistin.
Dezgehê lekolîna ORC encama rapirsîna xwe ya herî dawî ku, navbera 1-5ê Îlonê de pêkaniye ragihand. Ev rapirsîn li 41 bajarî li gel 4.180 kesî hatiye kirin.