Cîhan

Ihtimala şerêkî di navbera DYA û Tirkiye de !

Dezgehê “Rand Corporation “ ku girêdayî CIA yê kar dike, di derbarê rewşa Tirkiye de û helwesta Tirkiye li Suriye raporek berfireh amade kiriye û ev rapor pêşkêşî CIA yê kiriye.Di vê raporê de tê îdia kirin ku eger Tirkiye li dijê Efrinê operasyonekî bike û bixwaze Efrinê vegire, dikare bibê sedemê şerekî di navbera Amerika û Tirkiye. Di raporê de tê kifşkirin ku Tirkiye bi vê helwesta xwe Amerika tehdit dike.Rapor di bin navê, “Berjewendiyên Amerikayê  yên stratejik li Rojhilata Navîn û encamên ji bo Hêzên çekdarên Amerika “ de hatiye amade kirin.Di raporê de tê gotin ku, artêşa Tirkiye bi hêze û eger şerek navbera Amerika û Tirkiye de derkeve dê ev yek ne hesanîbe û ne wek şerên din be jî.

Back to top button