CîhanPolîtîk

Di varê diplomasiyê de gavên girîng

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku şanda hikûmetê piştî Almanyayê dê serdana çend welatekî din jî bike û got, ku peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Tirkiyê ber bi asayîbûnê ve diçe.Roja 2ê Kanûna 2017, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, li ser daxwaza Serokê Fransayê gihişte Parîsê. Bi vî awayî dorpêça dîplomasî yak u Bexdayê xistibû ser Hewlêrê, hate şkandin.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî duh Yekşemê 17-12-2017, di çarçoveya serdaneke fermî de gihîştin Berlîna paytexta Almanyayê.Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, ku yek ji endamê şandê ye, ji Rûdawê re ragihand: “Yek ji armanca hikûmeta Iraqê ew e, ku bi girtina deriyên sînor û firokexaneyan, dorpêçê bixe ser Herêma Kurdistanê û pêşiya geştên navdewletî bigre da ku deriyên li gel welatên cîhanê bigre. Bexdayê wiha kir da ku berpirsên welatên cîhanê nekarin serdana Herêma Kurdistanê bikin û rastiya pinpêkirinên Bexdayê yên li hember Herêma Kurdistanê bizanin. Lê plana wan sernegirt, me serdana Fransayê kir û niha jî diçine Almanyayê.”Sefîn Dizayî derbarê bernameya serdanê de got: “Piştî Almanyayê Brîtanyayê jî daxwaz kiriye, ku serdana wî welatî bikin û rewşa Kurdistanê ji wan re vebêjin. Lewma, piştî Almanyayê em bi niyet in serdana çend welatekî din ê Ewropa û cîhanê bikin.”Beriya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, ji bo Hewlêrê, piştigiriyeke navdewletî ya bi hêz hebû. Lê piştî giştpirsiyê eşkere bû, ku ev piştgirî zêdetir ji ber şerê DAIŞê bû.Ji lewra li hember êrîşa hêzên Iraqê û mîlîsên Heşda Şeibî ya li ser Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî, herwiha dorpêç û cezayên Serokwezîrê Iraqê Ebadî yên li ser Herêma Kurdistanê, civaka navdewletî ti kiryar an jî karvedanek nîşan neda.Piştî destpêkirina aloziyan, berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn caran ragihandin, ku ew amade ne li gel Bexdayê danûstandinan. Lê Bexda mercê hilweşandina encamên giştpirsiya 25ê Îlonê dixe pêşiya Hewlêrê.Derbarê pirsgirêkên li gel Bexdayê, Sefîn Dizeyî diyar kir: “Ez ji paşeroja Herêma Kurdistanê pir geşbîn im, ku ev rewş wiha berdewam nake. Welatên cîhanê ji helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê pir razî ne. Niha jî guvaşeke mezin li ser Bexdayê heye ji bo dest bi guftugoyan bike.”Tirkiye yek ji wan welatan bû, ku li hember giştpirsiya serxwebûnê karvedaneke tund nîşan dabû.Derbarê peywendiyên li gel Tirkiyê jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Niha peywendiyên me yên li gel Tirkiyê careke din çêdibin. Lê hê em negihiştine peywendiyên raste rast. Hewlên me berdewam dikin û em bi hêvî ne, ku di paşerojê de careke din peywendiyên me yên li gel Tirkiyê asayî bibin.”Dizeyî got: “Bi dilxweşî Tirkiyê deriyên xwe ji me re vekirin û şandên hikûmetê bi ser Tirkiyê re digihin welatên Ewropayê.” Rûdaw

Back to top button