CivakRojev

Îdrîs barzanî hat bîranîn

Îro li ber Kela Hewlêrê bi minasebeta 35emîn salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî rêxistina `Neviyên Şoreşa Îlonê` merasîmek li darxist û hejmareke çalakiyên humerî ji bo bibîranîna Idrîs Barzanî birêve çûn ku wek “endazyarê aştiya di navbera partiyên Kurdî de” tê binavkirin.

Di çarçova merasîmê de pêşangeheke wêneyan hat vekirin ku tê de 17 tablo û zêdetirî 20 wêne hatin nîşandan. Ew wêne û tablo beşek ji wêstgehên girîng ên xebata Pêşmergayetî ya Idrîs Barzanî, Mela Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî bûn.

Back to top button