PolîtîkRojev

Îranê ji Serok Barzanî alîkarî xwest

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, ku hem şîe û sunneyên Iraqê û hem jî Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Îsmaîl Kaanî daxwaz ji Serok Barzanî kirine ku “di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Şîeyan de rola xwe bilîze.”

Serok Mesûd Barzanî îro ji bo raya giştî ya Îraq û Kurdistanê ragihand ku ji bo çareser kirina kirîzan û dirust kirina jîngeheke xweş bo prosesa siyasî ya Îraqê dest bi destpêşxeriya siyasî kiriye.

Barzanî diyar kir ku ji bo vê mebestê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Serkirdeyê Sunne Mihemed Helbûsî vexwendiye ku bi Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr re bicivin.

Piştî vê daxuyaniya Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Teqedûm û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serweriya Sunneyên Iraqê Xemîs Xencerî li Necefê bi Muqteda Sedr re civiyan.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê mijarê de got “Ev mijar demek e di navbera Serok Barzanî û aliyên Şîe û Sunne de tê gotûbêjkirin û Ji Serok Barzanî tê xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan însiyatîfê hilgire. Di civîna Polîtburoya PDKê de jî ku di nîvê meha Çile de pêk hat de, pirsgirêkên heyî yên Şîeyan derketin pêş. Serok Barzanî însiyatîfek wergirt û daxwaz ji birêz Nêçîrvan Barzanî kir ku serdana Necefê bike.”

Mihemed li ser derbarê serdana Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê Îsmaîl Kaanî bo Hewlêrê de jî da zanîn ku ev demek e Kaanî li Bexdayê di nav peywendiyan deye û di vê çarçovê de bi Serok Barzanî re jî hevdîtin pêk anî.

Herwiha Mihemed got jî “Kaanî daxwaz ji Serok Barzanî kir ku li hemû Iraqê rêz jê re tê girtin, di çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Şîeyan de rola xwe bilîze.”

Li aliyê din berdevkê PDKê dibêje “Di vê pêvajoyê de lihevkirin û hatina gel hev di berjewendiya Şîe, Şunnî û Kurdan de ye. Ji bo vê mebestê jî Serok Barzanî daxwaze ku peywendiyên di navbera Şîeyan de sererast bike. Êdî tehemula Iraqê nemaye şer çêbibin û ji xizmetguzariyan bêpar bimîne.”

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed derbarê berbijêrê serokkomariya Iraqê yê PDKê de jî got “Hoşyar Zêbarî berbijêrê partiya me ye. Paşvekişandina wî qet ne cihê behsê ye jî”

Back to top button