Hevpeyvîn

Îdrîs Barzanî di dilê me de zindî ye

Rêberê Kurd Idris Barzani 31.01.1987ê koça dawî kir. Idris Barzanî di dîroka tevgera azaxdixwaza Kurd de qonaxek taybet bû. Îro jî her kesayetek siyasî, çalak, bîrewer , xwediyê gotina xwe, berfirehiya siyaset û têgihandina xwe, xwedî biryar û wefadar be, Îdris Barzanî tîne bîra mirov. Rengê wefadariya Îdris Barzanî welê dikir ku her dem mirov bizanibe ka di siyaset û bîreweriya Kurdiyatiyê de hevaltî û pîşgirî çikasî girîng e. Wefadariya Îdris Barzanî dihêla ku gelek kes bi doza xwe ve bi dilsozî bêne gêredan…

Îdrîs Barzanî dema pêwist xwedî toleransek berfireh bû. Herweha bi helwest û biryar bû. Îdrîs Barzanî, wek endazyarê avakira bereya Kurdistanî tê naskirin. Yanî bi zimanek din ew endezyarê aşitîyê bû.

Idrîs Barzanî sala 1944 li gundê Barzan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bû. Dema temenê wî 3 sal bû, ligel malbata xwe, ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve, bo başûr û naverasta Iraqê hate dûrxistin û heta 11 salan jiyaneke zehmet, dûr ji welatê xwe, derbas kir. Lê belê ew jiyana zehmet nebû sedem ku nexwîne û dest ji xwandinê berde.

Lê mixabin temenê Îdris Barzanî gelek kurt bû. Ewî zû ji nav tevgera azadixwaz a Kurd koç kir.

Idrîs Barzanî piştî karesata sala 1975 û têkçûna şoreşê, bi awayekê berdewam tekezî li wê yekê dikir, ku divê xelkê aware û koçber vegerin cih û warên xwe li Başûrê Kurdistanê. Di encama vê dîtina wî de, sala 1976ê bi himeta Îdris Barzanî PDKê bi serokatiya Qiyada Muwaqet dest Şoreşa Gulanê kir.

Piştî şkesta 1975ê rexneyên mezin li PDKê û Barzaniyê nemir hatin kirin. Heta gelek kesayetên serkirdeyatiya PDKê de xwe parastin hinek deveran û dijminatiya PDK û Barzanî kirin. Gelek Kurda bi navê çepitiyê dijminatiya Barzanî û PDKê kirin.

Dema destpêka Şoreşa Gulanê, berê tîrên xwe dan Îdris Barzanî û gelek rexneyên ne di cih de lê dikiran. Lê Îdris Barzanî , ji bo serketina şoreşê û selameta PDKê singa xwe ji hemû rexne û êrîşan re vekir û PDK û Şoreşa Gulanê parast. Ev yek mimkine di nava Tevgera Kurdistanê de, gelekî nayê zanîn. Hinek tişt sere sere tên gotin û gotubêj kirin. Lê Eger Îdris Barzanî nebûya destpêkirna Şoreşa Gulanê, dê xwenek bûya.

Weke ku hevxebat û hevalên wî behs dikin, Idrîs Barzanî herdem tekezî li ser girîngiya hevkariya partiyên Kurdistanî dikir û nîşan bi wê yekê dida, ku bi wê rêyê gelê Kurd zûtir û bi awayekî hêsantir digihêje mafên xwe.

Gelek kesên li gel Îdris Barzanî xebitîn behsa jîrbûn û zanebûna wî dikin. Yek ji wan Felakeddin kakayî bû. Kakayî di nivîsek a xwe de behsa Îdris Barzanî dike û dibêje:Idrîs Barzanî mirovekî xwandevan bû, têgihîştî bû û li Bexdayê xwandibû, paşxaneke baş hebû, gelek jî giringî dida fîlosofiyî û helbestên cîhanî û tevgerên siyasî yên li cîhanê. Ew mirovekî fedakar bû, mirovek bû wek derwêşan, derwêşê Doza Kurd bû. Bi qasî ku min didît, me nedît ku tiştekî ji xwe re bixwaze, hertim tiştek digot, wî digot piştî 1975an emanetek li ser milê me ye, ku em wî xelkî bibin cihê xwe, wate xelkê Kurdistanê vegere cihê xwe, yên li başûr in (başûrê Iraqê) vegerin Kurdistanê, yên li derve ne vegerin Kurdistanê. Em wan cihan avedan bikin, wek bêjî ew hêviyên wî piştî Raperînê pêkhatin, ew hêviya wî bû, wî digot ew yek hêviya me ye.

Kakayî di derbarê Îdris Barzanî de dibêje: Di sala 1979 de kongreya nehem (a PDK) hat lidarxistin, di rewşeke gelek nexweş de bû, PDK ji gelek aliyan ve hatibû dorpêçêkirin, li nav Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê, ji bilî aliyê serbazî, bêtir ji aliyê siyasî ve hatibû dorpêçkirin. Di vê kongreyê de guncan hebû. Ew bû ku Mesûd Barzanî bû Serokê PDKê û Elî Ebdullah jî bû Sekreterê PDKê, kek Idrîs jî bi dilekî saf û sade qebûl kirk u endamê polîtboruyê be. Hertim cihê rêzê bû, kek Mesûd serok bû lê hertim tiştên bingehîn ên siyasî, cemawerî û têkiliyên derve ji kek Idrîs re dihîşt.

Serok Mesud Barzanî di gotarek xwe de dema behsa koça dawî ya birayê xwe Îdrîs Barzanî dike dibêje: “Eger bibûya minê xwe bikira dewsa wî de…..” Ev gotina bi nirx û naverok weke rûpelên dîrokek bi taybet di tevgera azadîxwaza Kurdistanê de cih digre..

Idrîs Mistefa Barzanî, sala 1944 an li Barzan ji dayik bû û roja 31ê Çileya 1987an li bajarê Sîlvana li ser bi bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.

Piştî serhildana sala 1991ê termên Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin vegerandin û li Barzan bi xakê hatin spartin. 

Îdrîs Barzanî, her di karû xebata me de û dilê hemû niştimanperwerê kurd de zîndiye.

Rojevakurd

Back to top button