CîhanRojev

Îdia: wek qazidê Erdogan li gel Biden civiya

Patrikê Fener Rum Bartholomeos ku wek nawenda kiliseyên Ortodoxa tê naskirin,li Qesra Spî li gel serokê Amerikayê Biden civiya. Civîn ji bo medyayê girtî bû. Di derbarê naveroka civînê de tu agahdarî nehatin dayîn. Piştî civînê Bartholomeos da xûyakirin ku, di hevdîtinê de behsa rewşa vakccinê kirine û li gel hinek nawendên Misilman û Cuhiya ji bo vaccinkirinê bang kirine û ev yekjî ji aliyê Biden ve bi gavek pîroz hatiye navkirin.

Bartholomeos ji berî dest hevdîtinên xwe bike, li balyozxaneya Tirkiye ya li Amerikayê tevlî xawarineke ku ji aliyê balyozê Tirkiye ve ji bo şerefa wî dayî bûye. Bartholomeos ji bilî Biden li gel wezirê derve yê Amerikayê jî dicive.

Di vê derbarê de nirxandinên cuda têne kirin. Lê dixweyê serokê nawenda ortodoxa Bartholomeos , wek qazidekî Erdogan serdana Amerikayê kiriye û li gel Biden civiyaye. Bê guman ev yek nehatiye eşkerekirin. Wek tê zanîn nawenda Fener Rum ê ya ku Bartholomeos patrikê wê ye li Stanbulê ye.

Back to top button