Civak

Îdia: Ocalan dixwaze li Îmralî bimîne

Hat îdiakirin ku Abdullah Ocalan ê ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê ya nû de bang li PKK’ê kir ku çekan deyne, ji ‘mafê xwe yê hêviyê’ jî ji ber ewlehiyê naxwaze Îmraliyê biterikîne. Hat îdiakirin ku ji bo Ocalan li qada daristanî yan jî li hundirê girtîgehê avakirina maleke 3+1 di rojevê de ye.

Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ku bi daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dest pê kir û bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo rêxistinê “dest ji çekan berde” û “xwe fesih bike” dewam kir, îdîayeke nû derket holê. Ger rêziknameya ‘mafê hêviyê’ bê bicihanîn wê rewşa Ocalan a li Girava Îmraliyê ku 26 sal in lê girtî ye jî bibe mijara gotinê. Li gor nûçeya Sözcü; Hat îdîakirin ku Ocalan ê 76 salî ji ber şert û mercên ewlehiyê û hin hesasiyetan nexwest ji Îmraliyê derkeve.

Hat îdiakirin ku Abdullah Ocalan piştî bi destxistina ‘mafê xwe yê hêviyê’ xwestiye jiyana xwe di maleke 3+1 a ku li giravê tê çêkirin de derbas bike û bi taybetî jî înternetê her cure amûrên ragihandinê xwestiye, jûreyek xwendinê û pirtûkxaneyek ji xwe re xwestiye.

Back to top button