Cîhan

Îdîa: Lêpirsîn di derbarê Fermandarê Hêza Qudsê ji ber ‘têkiliyên Îsraîlê’ tê kirin


Hat îdiakirin ku Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Kaanî yê ku bi îdiaya parvekirina îstîxbaratê bi Îsraîlê ra hatiye binçavkirin û lêpirsîn li gel têkirin. Hat diyarkirin ku ev demek e ji Kaanî tu xeber tuneye.

Hat îdiakirin ku Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê Îsmaîl Kaanî bi îdiaya ku derbarê kuştina Serokê Hîzbullahê Hesen Nasrallah bi Îsraîlê re hinek agahî parve kiriye li Tehranê binçavdeye û lêpirsîn li gel tê kirin. Di nûçeya Sky News Arabia de hat îdiakirin ku Kaanî yê ku jêpirsîn li gel hatiye kirin krîza dil derbas kiriye.

Hat ragihandin ku karmendê ku ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve hat lêpirsînkirin rakirin nexweşxaneyê. Di nûçeya herî dawî ya El Erebiye de hat îdiakirin ku Muhafizên Şoreşê piştî kuştina Nasrallah der barê Kaanî de lêpirsîn da destpêkirin û rayedar di bin çavan de ye. Çavkaniyan diyar kirin ku Kaanî di bin çavan de ye.

Ji aliyek din ve Hat îddîakirin ku Safiyuddîn roja Înê di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Beyrûta paytextê Lubnanê da hat kuştin. Hat diyarkirin ku dibe ku di êrîşê de Fermandarê Hêza Qudsê Kaanî jî birîndar bûya.

Alîkarê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Îranê Îrac Mescîd piştî van îdiayan daxuyanî da û diyar kir ku rewşa tendirustiya Kaanî baş e û bi awayek aktîv erka xwe aktîf berdewam dike.

Balkêş e ?
Close
Back to top button