Êrîşên Bereyê Miqawemeya Îslamî ya Îraqê li ser Israîlê berdewamin..!
Bereyê Miqawemeya Îslamî li Îraqê careke din bi dirona êrîşê Îsrail kir. Di vê êrîşçê de tu agahdarî di derbarê encamên êrîşê de tuneye. Bereyê Miqawemeya Îslamî li Iraqê bi israr êrîşan dibe ser îsrail û dide xûyakirin ku, dê êrîşên wan berdewambin. Bereyê Miqawemeya Îslamî dibê je ku, heta dorpêşa li ser Xezayê û Libnanê ranekin dê ev êrîş berdewambin. Heta niha zêdetirî 40 caran bi drona êrîşê Îsraîl kirine. Di hinek êrîşande serbazên Îsraîlî hatine kuştin û birîndar bûne.
Li himber van êrîşan heta wek îro Îsrail tu bersivek nedaye, lê deman tuneye klu Îsrail her bê deng bimîne. Armanceka van guruban ewe ku Iraqê tevlî şerê heyî bike. Lê heta wek vê gavê Iraq bê deng e.
Li ser astê hikûmetê, Îraq hêşta li ser wê yekê rijd e ku tevlî şerê Israîlê nebe û ew hêzên dikevin bin sihwaneya Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar jî pabendî vê biryarê ne, lê komên çekdar guh nadin rênimayên Hikûmeta Îraqê, her wekî ku fermanên wan ji cihekî din jê re tên an jî hema di bingeha xwe de mana wan girêdayî wan êrîşan be yên ku dikin ser Israîlê.