Cîhan

IDF “Madleen” a Greta Thunberg dibe bendera Ashdodê..

Keştiya Madleen a bi alîkariyên mirovî barkirî, ku bi 12 kesan re, di nav wan de çalakvana avhewayê ya navdar a cîhanê Greta Thunberg û lîstikvanê îrlandî Liam Cunningham jî hebûn, da ku ambargoya li ser Xezeyê derbas bike, ji hêla Îsraîlê ve bi qasî 185 kîlometre dûrî Şerîda Xezeyê hate girtin. Hat ragihandin ku Madleen birine Îsraîlê û çalakvanên di keştiyê de dê ji bo welatên wan werin şandin.

Rêwiyên keştiyê roja Duşemê serê sibê li ser Telegramê gotin ku Hêzên Berevaniya Îsraîlê (IDF) siwarî Keştiya Xezzeyê, Madleen, bûne, û tê gotin ku hemû kesên di keştiyê de hatine girtin, û yekîneya deryayî ya leşkerî, Shayetet 13kesên di keştiyê de biriye Bendera Aşdodê.

IDF berê texmîn kiribû ku keştî dê saetek zûtir bigihîje axa Îsraîlê.

IDF dibêje: Hemû rêwiyên ewlehidene û bê zirar in. Sendwîç û av ji wan re hatiye dayîn. Şano bi dawî bûye.

Herwiha tê gotin ku Hêzên Deryayî yên Îsraîlê berî ku midexeleya keştiyê bikin, bi Madleen re têkilî danîbûn û talîmat dabûn ku rêça xwe biguherîne.

Dema midexeleyê de leşkerekî ji Hêzên Deryayî yên Îsraîlê got, “Heke hûn dixwazin alîkariya mirovî bigihînin Şerîda Xezeyê, hûn dikarin bi rêya Bendera Aşdodê û bi rêya kanal û herêmên belavkirinê yên diyarkirî vê yekê bikin.”

Wezaretê piştre ragihand ku keştî, ku wekî “yata selfiyê” bi nav dikir, ber bi peravên Îsraîlê ve diçû û ragihand ku tê payîn ku hemî rêwî vegerin welatên xwe.

Wezaretê di daxuyaniyek fermî de got, “Di demekê de ku Greta û yên din hewl dan provokasyonek medyayî bikin ku armanca wê tenê bidestxistina raya giştî bû – û ku kêmtir ji kamyonek alîkariyê di nav de bû – di nav du hefteyên borî de zêdetirî 1200 kamyonên alîkariyê ji Îsraîlê ketine Xezeyê.” “Rê hene ku alîkarî bigihînin Şerîda Xezeyê .”

Wezaretê dû re zêde kir ku alîkarîya li ser flotîlê, ku wê wekî “piçûk” bi nav kir, dê bi rêya kanalên mirovî yên rastîn veguhezîne Şerîda Xezeyê.

Back to top button