Îdeolojîyên biyanî û xwemalî

Hêz û tevgerên ku ne milî û xwemalî ne, her tim xwestine bi îdeolojîyên biyanî xwe li ser lingan bihêlin. Vê yekê heta îro tu xêr û bereketek ji doza netewa Kurd re neanîye.
Nûrî Çelîk
Meriv berê wek insan tê dinyayê. Piştre girêdayî ziman, çand û toreyên dê û bav, malbat, eşîr , împaratorî û heger hebe bi nirx û pîrozîyên dewletê meriv xwe girêdayî aîdîyeta qewmekî dibîne. Dê û bav, malbat, eşîr yan dewleta meriv ji kîjan qewmî xuliqîbin, meriv jî li ser wê kokê şîn dibe û dibe parçeyek ji wî qewmî. Piştî qewmîyetê îcar bi bandora der û dorê, fikir û bawerîyên cuda, ol, mezheb û îdeolojîyên din xwe li dora me didin hev û bi hest û mejîyê meriv dipêçin. Ango, pêşî insanetî, duyem qewmîyetî û sêyem jî bawerî û îdeolojî li dû hev rêz dibin.
Li Kurdistanê û hema bêjin li seranserê dinyayê du îdolojî hene. Îdeolojîyên milî-netewî û îdeolojîyên dereke, ango biyanî. Îdeolojîyên milî li ser kok û esasê netewayetî û ji bo berjewendîyên miletî têdikoşe. Îdeolojîyên biyanî jî ne li ser berjewendîyên netewî, lê li ser hesab û berjewendîyên xelkên navdewletî têdikoşin. Ji îdeolojîyên netewî-milî re netewperestî, qewmiyetî, û ji îdeolojîyên biyanî re jî di zimanê siyasî de enternasyonalîzm û di zimanê ol û bawermendîyê de jî ummet-ummetperestî tê gotin.
Îro li Kurdistanê ev her du îdeolojî, ango îdeolojîya netewperestî-xwemalî û enternasyonalîzm ( îdeolojîyasosyalîzm-komunîzm û ummetparêzîya navdewletî) bi salan e di nav şerekî navxweyî de ne. Îdeolojîya xwemalî pêşî ji bo berjewendîyên netewî-milî û îdeolojîyên biyanî jî ji bo berjewendîyên xelkên biyanî di nav xirecir berberîyê de ne. Bêguman em behsa kesayet û tevgerên netewparêzên oldar nakin. Em behsa îdeolojîyên ku di xizmeta xelk û dewletên din de ne dikin.
Gava em dên û bala xwe didin serhildan û liberxwedanên milî, dibînin ku serkêşîya piranîya wan welatperwerên Kurd ên oldar û bawermend kirine. Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Evdilselam, Şêx Mahmûd Berzencî, Şêx Saîd, Pîr Saîd Riza, Qadî Mihemed, M.M Barzanî û wekî din. Evana bi bawermendîyek xwemalî û resen û bi hest û mejîyek netewî doz ajotine. Wek evên ku îro bi navê ol û oldarîyê. Bi navê misilmantî û îslamê neyartîya doza Kurd û Kurdistanê dikin, nekirine. Herweha çep û sosyalîstên Kurd ên ku xwestine bîr û fikrên çepîtî û sosyalîzmê ji bo xizmeta pêşketina doza Kurd û Kurdistanê bi kar bînin jî cîhê xwe di rûpelên dîroka Kurd de girtine. Ev beş li alîyekî, û beşên ku îro bi navê çepîtî, enternasyonalîzm û ummetparêzîyê dijberîya doza netewa Kurd û dewletbûna Kurdistanê dikin li alîyekî ne. Beşek xwemalî û milî ye, beşê din biyanî û xizmetkarê berjewendîyên xelkê ye.
Bingeha tekoşîna navnetewî li ser esasê çanda netewî û îdeolojîyan ava bûye. Milet û dewletên mezin bi çand û îdeolojîya xwe xwe li ser milet û dewletên din ferz dikin. Hêz û tevgerên ku ne milî û xwemalî ne, her tim xwestine bi îdeolojîyên biyanî xwe li ser lingan bihêlin. Vê yekê heta îro tu xêr û bereketek ji doza netewa Kurd re neanîye. Îdeolojîyên biyanî yan bi deve ve girêdayî lingê Kurdan her tim girêdaye û rê li ber pêşketina îdeolojîya milî-netewî girtiye. Ji ber vê, îdeolojîyek milî-netewî ji Kurdan re wek nan û avê ferz e. Îdeolojîya netewî divê hêz û heyvanê xwe ne ji dîrok û îdeolojîyên xelkê, lê ji dîroka Kurd a hezarê salan, ji çand û nirxên Kurdistanê, ji keda cangorîyên Kurd û Kurdistanê bistîne. Çeka herî mezin a ku şerê îdolojîyên biyanî bike, îdeolojîya netewperwerîya Kurd e. Heta îdeolojîya xwemalî, ango netewî bi ser nekeve, wê Kurd nikaribin ji bin bandor û dagîrkerîya îdeolojîyên biyanî azad bibin. Bi kurtî; jehra îdeolojîyên biyanî îdeolojîya milî-netewî bi xwe ye. Îdeolojîyên ku li ser esasê çand û dîroka miletên din ava bûne, divê cihê wan di felsefeya Kurdan de tunebe.
Bi kurt û Kurmancî; îdeolojîyên ku parêzerîya çand û dîroka miletên din dikin û wê dîrok û çandê di ser berjewendîyên Kurd û Kurdistanê re digrin, divê dûrî me bin. Îdeolojîya ku Kurd û Kurdistanê azad bike îdeolojîya xwemalî û netewî ye. Ew îdeolojî jî hezkirin û xwedîlêderketina Kurd, Kurdî û Kurdistanê ye.