PolîtîkRojev

Dema çareseriya pirsa Kurd û Alewiyan e

Serokê Partiya DEVA Ali Babacan îro li Dersimê bû. Babacan li Dersimê behsa rojeva siyasî li Tirkiye kir û bal kişand ser pirsa Kurd û Alewiyan.

‘Dema wêrekiya Enqereyê ye’

Li Dersimê Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan bal kişand ser “demokrasiya bi temamî”.

Ali Babacan li Dersimê axivî û got:  Em ji ber astengiyên li pêşiya îstîhdamkirina Elewiyan di sektora giştî de gelek nerehet in.

Babacan daxûyakirin ku, gerek Enqere wêrek be û got: Bi rastî jî dema wê hatiye ku hem pirsgirêka Kurd hem jî pirsgirêka Elewiyan were çareserkirin. Tirkiye ji vê yekê re amade ye. Lê belê, mesele cesaret û dilpakî ye. Niha dema wê ye ku Enqere wêrek be.

Di destê me de ye ku em birînan bipêçin, edaletê sererast bikin û bi hêvî li paşerojê binêrin.

Back to top button