Polîtîk

İcar dora CHPê ye

 

CHPê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, raporek nû amade kiriye û ketiye nav hewldanên nû. CHP, wê 1ê Hezîranê rapora xwe pêşkeşî serokatiya meclîse bike. Ev jî nîşan dide ku, li Tirkiyê her tişt û rêya desthilatdariyê, ji dengên Kurdan derbas dibe. 

Hikumeta AKPê, her roj hîn dûra çareserkirina pirsgirêka Kurd dikeve û ne tenê Kurdên muhalif, Kurdên nav AKPê de jî bi daxuyanî û nêzikbûna pirsgirêkê û helwestên xwe eciz dike. Bi “pêşvekirin”ê destpê kir û niha hate wê derê kû, dibêjin êdî pirsgirêka Kurd nemaye. Jixwe di navbera BDP û AKPê de jî her diçe mesafe ve dibe. 

Tam di vê pêvajoyê de, CHPê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê hinekî li cihê xwe liviya û bi “raporeke nû” derkete pêş raya giştî. Rapora CHPê ji 6 xalan pêk tê. Bi kûrtasî, CHP dixwaze ku li meclîsê komisyoneke bi navê “Komisyona Lihevkirina Civakî” ava bike ku ji her partiyekê 3 kes wê di vê komisyonê de cih bigrin. Komisyon wê xebatên xwe di 6 mehan de biqedîne û mijarên ku li ser mutabaqat pêk hatiye wê pêşkêşî hikumetê bikin. 

Rapora CHPê parlementerê Amedê Sezgîn Tanrikulu û yê Edenê Faruk Logoglu pêşkêşî serokê meclîsê Cemîl Çiçek kirin. 

Di hedefa rapora CHPê a çareserkirina pirsgirêka Kurd de, bi gel re hatine cem hev jî heye. CHP, wê li ser xalên lihevkirî wê bi konferans û civînan derkeve pêşberî gel û ji gel re projeyan parve bike.

Bi vê minasebetê, CHP, wê bi BDP û MHPê re jî were ba hev. 

Heta niha bi dehan rapor hatin amadekirin lê ti cara encam nehat girtin, di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de. Li Tirkiyê êdî ev rastiya baş hatiye seh kirin, heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, ti pêşketî ne pêkan in. Dîsa ev jî eşkere bûye ku, her partiyek ku dixwaze bibe desthlatdar, muhtacê dengên gelê Kurd e. Yanê hemû rê ji Amedê ve derdikevin.   

 

Back to top button