Tirkiye dê serxwebûna Kurdistanê nasbike

Malpera Dîplomasî ya Îranî di mijareke şîrovekarî de ragihand: “Eger Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne, Tirkiyê wek welatê yekemîn wê serxwebûnê nas dike.”
Malpera Dîplomasî ya Îranî ku taybet e bi pêwendiyên navneteweyî û siyaseta derve ya dewletan û nêzîkî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ye, di raporekê de bi navê “Iraq, eniya nû ya hevrikiya Îran û Tirkiyê” berjewendiyên Îran û Tirkiyê li Iraqê lêkolîn dike.
Di beşekî raporê derbarê Herêma Kurdistanê û egera serxwebûnê de hatiye diyarkirin ku: “Serxwebûna Herêma Kurdistanê bûye rojeva karê lîderên herêmê. Xurtbûna desthilata kurdan û avêtina gavan ber bi serxwebûnê mijareke hestyar e ku bandorê li ser tevahiya deverê dike. Tirkiyê her çiqasî li gel pirsa kurd rûbirû ye û çend sal in li dijî kurdan şer dike, lê derbarê serxwebûna Herêma Kurdistanê ji aliyekî din ve li vê pirsê dinêre.”
Malpera Dîplomasî ya Îranî derbarê egera serxwebûna Herêma Kurdistanê û karvedana Tirkiyê dibêje: “Eger dewleteke serbixwe li Herêma Kurdistanê bê ragihandin, berevajî dijîtiya Îran, Iraq û Sûriyê; Tirkiyê dibe welatê yekemîn ku wê dewletê bi awayekî fermî nas dike. Pêdiviya Tirkiyê bi jêderên enerjiyê heye û ragihandina dewleteke kurdî ya hevbenda Tirkiyê di berjewendiya Enqere de ye û Tirkiyê bi hêsanî digihe çavkaniyên enerjiyê.”
Tecrûbeya desthilatdariya kurdî xaleke din e ji rapora malpera îranî: “Piştî şerê kendavê yê yekemîn û danîna navçeya dijî firînê, navçeyeke kurdan ya heya cihekî serbixwe dirust bû û bi vî awayî karibûn ezmûna desthilatdarî û karûbarê birêvebirina welat bidest bînin.”
Ew malper federalîsmê wek sedemekî parçebûna Iraqê dibîne: “Destûra herdemî ya Iraqê li sîstema federe ji bo birêvebirina Iraqê mikur hatiye û her lewma jî yekîtiya neteweyî li Iraqê pir lawaz bûye û Iraq li ser kurd, sunî û şîeyan dabeş kiriye.”
(Rudaw)