Cîhan

Hikûmeta Kurdistanê roja cîhanî a zarokan pîroz kir

Bi minasebeta roja cîhanî a zarokan, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî tevaya zarokên cîhanê bi giştî û zarokên Kurdistanê bi taybetî kir.

Ev li jêr teksta peyama seroaktiya hikûmeta Kurdistanê:

– Bi minasebeta roja cîhanî a zarokan, bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiya pêşkeşî tevaya zarokên cîhanê bi giştî û bi taybetî li zarokên Kurdistanê dikîn. Em hêvî dikin ku zarok vê roja xwe di jîngeheke aram, xweşjiyanî û jiyaneke saxlem de pîroz bikin.

Em tekîdê li ser dabînkirina hemû mafan bo nifşê pêşerojê û serkirdên siberojê dikîn û em dixebitin ku giringiyeke pêwîst bi zarokan bidîn daku, em bikarîn bi wê rê nifşekê saxlem bo pêşerojê amade bikîn. Ji bilî vêna jî, ji bona zaminkirina pêşeroja welatê me û xizmetkirina îmkan û behremendiya wan, em bi wezîfeya xwe dizanin ku, zêdetir giringiyê bi pirosesa perwerdeyê û fêrkirinê bidîn.

Gelek qanûnên giring li ser parastina zarokan û dabînkirina mafên wan, bi awayekî ku digel daxwazî û pêdawîstiyên zarokan minasinb bin, ji parlamentoya Kurdistanê derketine, û hikûmeta herêma Kurdistanê jî, ji bo cîbicîkirina wan qanûna bi cidî kar dike.

Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê
31.05.2012

Back to top button