Cîhan

Husiyan fûze avêtin Îsrail

Artêşa Îsraîlê di demeke kin de piştî bûyerê ragihand ku, IDF di saetên serê sibê yên Sêşemê de fuzeyek ku ji Yemenê ber bi navenda Îsraîl ve hat avêtin têk bir.

Di heman demê de dengê sîrenan li seranserê naverast û başûrê Îsraîl hat bihîstin.

Der barê kuştî û birîndarên bûyerê de tu agahî nehatin bidestxistin. Lêbelê, Magen David Adom (MDA) got ku, dema dengê sîrena hatî hinek kesên xwe bighînin stargehê bi sivîkî birîndar bûne. Tenê jinek 60 sali bi serê xwe birîndarb ûye û birîna wê girane.

Rayedarê Hûsiyan Hezam el-Esad di medya civakî de li ser hesabê X/Twitterê de, piştî avêtina fûzeyan 15 xulekan daxûyaniyek ragihand ş got ku, dê êrîşên wan li dijê Îsrail berdewambin û got: “Heta ku êrîşên li dijî gelê me yên li Xezeyê neyên rawestandin em ê nesekinin.”

Back to top button