CivakKultur

Hûnêrmendê kurd Hozan Dilgeş çû ser dilovaniya xwe

Hozan Dilgeş koça dawî kir. Di vê derbarê de Çeto Omeri di facebook a xwe de nûçeyek belev kir em wê nûçe wek xwe diweşînin.Heberek pirr nexweş..Hozan Dilgeş çûye li ser dilovaniya xwe.Hozan Dilgeş di sala 1952an de ji malbateke êzidî li gundê Fisqîna Nisêbînê (Bajarê Merdînê) hatiye dinê.Kaseta xwe a yekê di sala 1978an de çêkir. Di vê kaseta xweda rewşa bindestiya gelê Kurdistan tîne ziman û dibêje: “ma qey bindestî para meye.”Kaseta duyanKaseta xwe a duyan di sala 1979an de derdixe. Di vê kaseta xwe de banga şer li dijî bindestiyê dike û dibêje “here şoreşê here kurê min / li te helal be şîrê berê min.”Kaseta siyanKaseta xwe ya siyan di sala 1980 de çêdike û di vir de bala gel dikşîne ser Kurdistana Rojhilat ku di bindestê Xumeynî de dinale û dibêje: “çûş çûş xumeynî, tu xwîna kurda dimijî.”Kaseta çaranDi kaseta xwe a çaran de ku sala 1981ê de derxistiye, terora cuntaya 12 Elunê li Kurdistana Bakur şermezar dike û banga xwe bi agirê Newrozê dike “Newroze Newroze cejna kurdane / Brano cejna we pîroz be.”Hozan Dilgeş şerê Gelê kurd li dijî zordestiyê wek doza Proleterya li dijî Kapîtalîzmê dinirxîne.Kaseta pêncanDi kaseta xwe a pençan de (1983) banga Karkeran dike: “Ey Karker û Proleter tu dixebitî şev û roj / dunya li pişta teye tu çima birçiye lo şev û roj.”Hinek ji stranên wî yên binav û dengÇûş ¢ûş XûmeynîMuxtaroLi Merdînê li BagokêBiçûkê CanêEw Dilgeşê hunera Kurd û Kurdistanê bu.. Ez pirr xemgîn bum. Rexma Yezdanê Dilovan li ser tebe hozan Dilgeş..Çeto Omerîhttps://www.youtube.com/watch?v=SBCjAiES7d4&feature=youtu.be

Back to top button