CivakPolîtîk

Serok Barzani: Serxwebûna Kurdistanê dê bi diyalogê û dûrî ji tund û tûjiyê pêk were

Serok Barzanî derbarê biryardana li ser çarenûsa Herêma Kurdistanê de li ti cihekî cîhanê yekgirtina bi zorê yan ji hevdû cûdakirin bi zorê serneketiye.Mesûd Barzanî  serokê Kurdistanê li gel şandekî navendî ya Diyaloga Rafîdeyn civiya ku ji hejmarek kesayetî û nuxbeyên siyasî û çandî û parlementer û nivîskar û medyakarên Iraqî pêkhatibû.Li vê civînê de ku bi mebesta raguhertin û pêşkêşkirina pirsiyar û pêşniyarên di derbarê paşaroja peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û serbixweyî ya Kurdistanê hatibû sazkirin, Serok Barzanî li gotarek da balkişand li ser dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdanên li Kurdistanê da û wê yekê xisterû ku dewleta Iraqê li ser bingeha şeraketa Kurd û Ereb û berçavgirtina mafên pêkhatên din hate damezrandin lê belê beşa gelê Kurdistanê li vê şeraketê de 4.500 gundên wêran û sed û heştih û dû hezar enfal û bêserûşûnbûna donz deh hezar gencên Feylî û heşt hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû. Li gel van hemûyan da jî gelê Kurdistanê li şoreşa eylûl û qonaxên dinê xebata xwe da yek car jî hêvî bi teqandin û kirdarên dijî xelkê sivîl nebir. Her wiha li raperîna 1991 da jî bi navê vekirina rûpeleke nû li gel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê dest bi tolhildanê ve nebir.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî behsa qonaxên piştî rûxana Be’es kir û balkişand li ser hewlên xwe û cenabê Mam Celal yên bi navê yarmetîdana aliyên Iraqê ji bo nivîsîna destûr û pêkanîna Iraqekî demokrat û federal ku têda mafên hemû aliyek parastî û cîgir bûbe û eve jî ji bo amadebûyan behs kir ku gelek hewldan aliyên Iraqê sûd ji ezmûna Kurdistanê werbigrin û berev tolhildana hevdû hengavan navêjin û şaşiyên berê dûbare nebin. Lê belê bi kirdarî û biryarên hikûmeta Iraqê berevajiya wan bingehan bû ku li destûr de hatibû cîgir kirin û kar gihîşte tolhildan û kûrtirbûna eşîrî û abluqedana Pêşmerge û êrîş kirina Kurdistanê û encamê de jî birîna debara gelê Kurdistanê. Ev hemû bi wateya şikesta tewafuq û federaliyet û bingeha şerakete û gelê Kurdistanê jî ne berpirse ji wê êşa li ser Iraqê da hatiye û berpirsiyariya vê rewşê dikevê ser navend û aliyên Iraqê.Serok Barzanî tekez li ser mafê gelê Kurdistanê li biryardana li ser çarenûsa xwe kir û wê yekê xisterû ku li hîç cîheke cîhanê da yekgirtina bi zorê yan hevdû cûdakirina bi zorê serî negirtiye.Di derbarê vê behsê de Serok Barzanî balkişand li ser serbixweyî ya Kurdistanê ku proseyek dibê dûrî ji tundutîjî û li çarçêweya diyalog û hevdû têgihiştin û bi navê çareserkirina bingeha kêşeyan dibê.Serok Barzanî pêşwaziya hemû cûre diyalog û raguhertinê kir û bi hengavekî gelek baş zanî ji bo hevdû têgihiştin û gihiştina bi encama bi sûd.Her li vê civînê de amadebûyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê serbixweyî ya Kurdistanê û paşaroja navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî Da’îş ya ji bo Serok Barzanî behs kir û çend pirsiyarek di derbarê van mijaran pêşkêşî Serok Barzanî kirin.Di derbarê paşaroja wan navçeyên ku li şerê Da’îş de Pêşmerge azad kirin, Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku hîç kes û aliyek nikare sîxeyekî diyarîkirî li ser xelkê van navçeyan bisepênê û çarenûsa van navçeyan ji aliyê runiştvanên navçeyê ve tê diyar kirin.Serok Barzanî eve jî ji bo amadebûyan şîrove kir ku piştî rûxana rejîmê baweriyeke tevahî hebû ku dikarin dewleteke federal û demokrat dabimezrê û hemû hewlek jî ji bo vê yekê daye lê belê rûdanên piştî wê nîşan dan ku li Bexda çanda gef û bi pêvek dîtina Kurd û binpêkirina şeraket her berdewam û dest bilinde. Serok Barzanî amadebûyan jî ji wê yekê agahdar kir ku divê rêz li raya giştî ya Kurdistanê û daxwaz û îradeya wan bê girtin û wan têbigihin. Her wiha tekez jî li ser pêwîstiya rêzgirtina li îrade û daxwaza pêkhatên neteweyî û oliyên Iraqê û paşaroja wan kir.

Back to top button