Hun dengê xwe bidin serxwebûnê , emê Kurdistanê biparêzin
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku bi dirêjahiya dîrokê bergiriyê li axa Kurdistanê dikin dibêjin emê sînor biparêzin û bila xelkê Kurdistanê jî herin ser sinduqên referandumê û bêjin erê ji serxwebûna Kurdistanê re.Eqîd Husên Resûl Fermandarê Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Hêzên Pêşmerge bi hemû awayekî piştgiriyê li referanduma serxwebûna Kurdistanê dikin, ji ber ku Pêşmerge her qurbanî dane ji bo vê rojê û hêviya şehêdan dewleta Kurdistan bûye, lewma jî em wek Pêşmerge amade ne sînorê xwe biparêzin û em daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku piştgiriyê li vê proseyê bikin, ji ber ku piştgiriya xelkê me zêdetir han dide ku em parastiya ax û welatê xwe bikin.”Eqîd Cadir Silêman Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Çiyayê Zertik ji malpera KDP.info re ragihand: “Em soz didin ku çawa me berê Kurdistan parastî ye, em wisa sînorê dewleta Kurdistanê jî biparêzin û em nehêlin dijminên me destê xwe dirêjî Kurdistanê bikin, lewma jî em daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikin ku biçin ser sinduqên dengdanê û bêjin Erê ji serxwebûna Kurdistanê re.”Neqîb Fikrî Husên ji Eniya Mexmûrê jî dibêje: “Ez daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikim ku roja 25ê Îlonê dengê xwe bidin serxwebûna Kurdistanê, ku ew yek jî wefadariyek dibe ji bo xwîna şehîdan û ji bo Pêşmergeyên qehreman.”Pêşmerge Nêçîrvan Xefûr li Eniya Mexmûrê jî ragihand: “Em herdem amade ne bi can û bi xwîn bergiriyê di ber axa Kurdistanê de bikin, bila xelkê me jî bi dengê Erê xebatê bikin û bergiriyê li axa Kurdistanê bikin.”