Civak

Hukumeta Kurdistanê xemsariyê nake

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê,  pêşwazî li Antoniyo Goterz komisariyê balayê rêxistina karûbarên penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve (UNCHR) kir û di civînekê de serokwezîrê herêma Kurdistanê got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî alîkariya penaber û koçberên surî û yên navxweyîya Îraqê yên li herêma Kurdistanê dike.

Goterz di axaftina xwe de sipasiyên rêxistina UNCHR û civaka navdewletî bi hukûmeta herêma Kurdistanê gihand ku, herêma Kurdistanê deriyên xwe ji bo wergirtina penaberên surî û koçberên navxweyîya Îraqê vekirine û aramî û emniyet ji bo wan dabîn kirine û hemû hevkarî û alîkariyên pêwîst pêşkeş kirine. Wî got ku, rêxistina wî û hemû civaka navdewletî vê helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêz û qedir dinirxîne.

Serokwezîrê Kurdistanê tekîd li ser wê yekê kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî hevkarî û alîkariyan pêşkeşî hemû penaberên surî û koçberên navxweyîya Îraqê yên li herêma Kurdistanê dike û di vî warî de xemsariyê nekiriye û nake. Barzanî ew yekî jî got ku, hijmara penaber û koçberan ji îmkanên hikûmetê zêdetir e û divê hikûmeta Îraqê bi dereceya yekem û civaka navdewletî jî di vê pirsê de, di warê hevkarî û alîkarîkirina penaber û koçberan de,  bi berpirsiyariya xwe rabin û wezîfeya xwe cîbicî bikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku,  sazî û aliyên peywendîdarên hikûmeta herêma Kurdistanê hevahengiya gelek baş digel rêxistinên navdewletî û rêxistinêna NGO yên navxweyî û cîhanî ji bona bi hev re bikarin bi baştirîn awayî di hemû waran de xizmeta penaber û koçberan bikin û hevkarî û alîkariyan bigihînin xîvetgeh û kampên penaberan li hemû deverên herêma Kurdistanê.

Back to top button