Daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya hewldanên aştiyê yên li Tirkiyê dike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûbare dike ku wekî herdemê piştgirî dide her hewldanekî ji bo çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê. Di wê daxuyaniyê de peyama birêz Abdullah Ocalan ku di merasîma pîrozkirina cejna Newrozê de li Amedê hat xwendin û di nav de dawî li şer, şiddet û çareserkirina aştiyane ya pirsa kurd dike, em erênî dinirxînin.
Em destxweşî û piştgiriyê li wê pêngavê û her pêngavekê dikin ku çi ji aliyê hikûmeta Tirkiyê û çi jî ji aliyê PKK’ê ve ji bo çareserkirina aştiyane û demokrasî ya pirsgirêkê tê kirin, dikin.
Bi vê boneyê hikûmeta Herêma Kurdistanê carekî din radigihêne ku ji bo her alîkarî, piştgirî û rolwergirtina ji bo çareserkirina siyasî û aştiyane ya pirsa kurd li Tirkiyê amade ye. Em hêvîdarin ku hemû alî bi hewlên nehiştina şer, şiddet û proseya çareserkirina girêdanbûn û derfet ji bo wan hewldanan bê dayîn ku heta em digihin encamên tên daxwazkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
21’ê Adarê 2013