Dosya

Hukumet dixwaze ereb ji nav HSDê vekişin

Hikûmeta Sûriyê dixwaze eşîrên Ereb ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dûr bixe û her çiqas di hewldana yekem de bi ser neketibe jî, şarezayekî karûbarên Sûriyê dibêje, “Şamê hemû amûrên bo destwerdanê bikar neanîne.”

Di van rojên dawîn de, bajarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê bûye navenda liv û tevgereke siyasî ya neasayî. Roja 5ê Berfanbara îsal, Serokê Dezgeha Asayişa Niştimanî ya Sûriyê, Elî Memlûk, li firokexaneya Qamişlo li gel 20 serokên eşîrên Ereb ên navçeyê civiya. Ev yekem kombûna berpirsê Sûrî bû ji Adara 2011an ve. Li gor daxuyaniyên hejmareke beşdarên wê kombûnê, Elî Memlûk daxwaz ji Eşîran kir, ‘roleke aktîv bigirin li parastina welat û xwe ji piştevaniya grûpên çekdar dûr bixin.’

Piştî vê kombûnê li ser asta navçeyê çendîn kombûnên din jî pêk hatine. Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, Senharîb Bersum, ji Rûdawê re ragihand, “Hikûmeta Sûriyê daxwazên Rêveberiya Xweser bo diyalogê red dike. Di heman demê de jî fişarê dixe ser eşîrên Ereb bo ku ciwanên xwe ji HSDê dûr bixin.”

Şêx Cemîl Reşîd, Rêberê Eşîra El Egîdat ku yek ji beşdarên civînê bû, di daxuyaniyeke piştî wê civînê de got, “Elî Memlûk daxwaz ji me kir ku ciwanên me li gel artêşa Sûriyê bikevin nav peywendiyê û rêzên HSDê bicî bihêlin.”

Di heman roja kombûna Elî Memlûk de, şandeke çend partiyên siyasî yên nêzîk li Şamê, serdana Qamişlo kirin û li gel Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û partiyên din ên di nav Rêveberiya Xweser de cih digirin, civiya. Ev jî diselimîne ku Şam siyaseta fişar û danûstandinan hevdem li dijî HSDê birêve dibe.

Wisa xuya dike ku îddîaya sereke ya Şamê bo hilweşandina HSDê, bi pêkanîna alozî û dubendiyan dest pê dike di navbera eşîrên Ereb û Kurd de û hewl dide sûd ji pêkhatina hesta xiyanetê li gel eşîrên Ereb a piştî vekişîna serbazên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê çê bûye ku bûye sedem Tirkiye navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr bike.

Li gel vê îddîayê, Şam dixwaze danûstandinên li gel Rêveberiya Xweser ku çendîn hizbên Erebî û Kurdî tê de ne, weke rêyeke yedek bikar bîne. Ji ber ku du gerên danûstandinên berî niha di navbera Hevseroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriya Demokratîk (HSD) Îlham Ehmed û Elî Memlûk de bê encam mabûn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şanda hizbên siyasî bo civînên li gel Rêveberiya Xweser ku ev duyem civîna wê şandê ye di maweyekê kêmtir ji mehekê de serdana Qamişlo dikin, xwe weke navbeynkarên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê pênase dikin. Aliyê Kurdî jî bi rêya wê şandê çend peyamek bo Şamê rê kirine ku hinek ji wan; “Em ne kirêgirtiyên Amerîkayê ne û ne cudawaz in, navçe bi xwîna Kurd û Ereban ji DAIŞê hatiye paqijkirin, eger hûn di wê baweriyê de ne ku Ereb piştgiriyê didin we, ev xelet e û Ereb nîgeran in ji vegera hikûmetê û ew niha li dijî Tirkiyê şer dikin, em daxwaza hemaghengiya serbazî dikin ne ku jinavçûnê, divê em dawî li siyaseta têgihiştina fêlbazî û xapandina hev bînin.”

Wisa xuya nake ku kombûna Elî Memlûk a li gel serokên Eşîrên Ereb, encameke xwe hebe, ji ber ku piraniya wan eşîrên ku li gel rûniştibûn, ew karîgeriya wan nîne ku bikarin daxwazên wî berpirsê hikûmeta Sûriyê cîbicî bikin. Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê, Nesreddîn Îbrahîm, ji Rûdawê re dibêje, “ Ew şêxên Ereb ku li gel Elî Memlûk kom bûne, bi dû rejîm û Îranê ve ne. Hinek ji wan damezirênerên milîsên berevaniya niştimanî ne ku yeksanên artêşa Sûriyê ne.” Li gor Nesreddîn Îbahîm, “Armanc ji wê kombûnê, guşarxistina bo ser HSDê ye bo ku wan mercên rejîmê yên bo danûstandinan qebûl bike. Serdana Memlûk hevdem bû li gel serdana hizbên nêzîk li Şamê bo Moskow û Qamişlo û li gel hizbên di nav Rêveberiya Xweser de rûniştin. Armanceke din jî handana eşîrên Ereb li dij HSD û Amerîkayê bû.”

Kombûneke Eşîrên Ereb

Di aliyê dem de, serdana Elî Memlûm bo Qamişlo, di berjewendiya Rêveberiya Xweser û HSDê de nîne, Serokê Tora Ragihandina Aso, Serdar Elî Derwêş, vê xwendinê bo Rûdawê piştrast dike û dibêje, “Memlûk di wê demê de li Qamişlo li gel eşîran kom bû ku Kurd û HSD lawaz in, ew dixwazin sûd ji vê derfetê bigirin. Hatina Tirkiyê Kurd lawaz kirine li navçeyê.”

Herwiha dibêje, “Elî Memlûk dixwast bi rêya pêkanîna peywendiyan li gel eşîrên navçeyê, heybetê bo rejîmê vegerîne. Ev nerîteke dewleta Sûriyê ye ku dema şiyana wê nebe bo berevaniya li hember aliyekê, eşîran li dijî wê proveke dike. Sala 2004an dema Kurd li dijî rejîmê raperîn, rejîmê rasterast şer li dijî Kurdan nekir, li şûna wê çek bi ser eşîrên Ereb de dabeş kirin û got, ‘şerê Kurdan bikin’.”

Serdar Mela Derwêş di wê baweriyê de nîne kombûna Elî Memlûk karîgeriyek li ser dûrketina  Ereban ji nav HSDê hebe.

Piştî damezrandina HSDê di sala 2015an de, hejmareke zêde ya şervanên Ereb li nav rêzên HSDê di şerê li dijî DAIŞ û şerê berevaniya li dijî Tirkiyê de şehîd bûn.

Serdar Mela Derwêş dibêje, “Îro xelkê Dêre Zor, Reqa û Hesekê ji vegera rejîmê ditirsin. Ew kesên ku li gel Memlûk kom bûne xwediyê wê hêzê nînin ku beriya 10 salan hebû. Herwiha ew piştevaniya ku hevpeymaniya navdewletî dide van eşîran û hebûna bîrên petrolê li navçeyê, eşîran han dide li gel Rêveberiya Xweser bimînîn, her çiqas pabendbûn li nav eşîrên Ereb lawaz e û rejîm jî dikare sûd ji vê bigire jî.”

Rojnamevan û pispor li karûbarên Rojhilata Navîn, Fehîm Taştekîn, ji aliyekî din ve vê mijarê şîrove dike û dibêje, “Serdana Memlûk dudilî di derûniya Eşîran de pêk neaniye derbarê hevbeşî û berdewambûna li gel HSDê.”

Li gor Taştekîn, dibe rejîm bi vê kombûnê ranewest e û pêngavên din jî biavêje bo dûrxistina pêkhateya Ereb ji HSDê û diyar dike, “Ev serdan nîşan dide ku dewleta Sûriyê çendîn amûr li ber dest hene. Niha rêveberiya Sûriyê kar negihandiye wê asta, ‘yan em yan Kurd’. Dema ku mesele gihişte wê astê, eşîr jî neçar in xwe yekla bikin û aliyekê hilbijêrin.”

Li gor wî şarezayê xwediyê 2 pirtûkên li ser Sûriyê, faktora Amerîka û faktora hêzê di qonaxa dawîn de, eşîran yekla dike û dibêje, “Eşîrên li navçeyên Heseke, Reqa, Dêrezor, berî rûdanên li Sûriyê li gel dewletê bûn. Li gel hatina ‘Artêşa Azad a Sûriyê’, ji ber guherîna hevsengiya hêzê, çûne aliyê wê hêzê. Wan paşê Nûsra hilbijart û paşê jî li gel DAIŞê bûne hevpeyman. Ji ber faktora Amerîka-Siûdî, bûne şirîkên Kurdan. Di vê çarçovê de em dikarin bibêjin, sibê kî li navçeyê serwer be, berê eşîran dê li wî be.”

Fehîm Taştekîm herwiha dibêje, “Ew niha ji ber seqamgiriyê li gel Kurdan in. Azmûna wan çêbûye di xwebirêvebirinê de, naxwazin bo paş vegerin, hevkarî û rênmayiya Erebistana Siûdî girîngiya xwe heye. Faktorekî din jî piştrastnebûna ji dewletê ye, ji ber ku di heyamên derbasbûyî de peywendiyên wan li gel opozîsyonê hebûne û ew dixwazin ji dewletê piştrast bin. Helwesa Şamê di vê mijarê de dê karîgeriyê li ser helwesta wan bike.”

Back to top button