Polîtîk

Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin

 

Fermandarê giştî yê HSDê Mazlom Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxûyaniyek ragihand.

Ebdî di da xûyaniya xwe de dibêje: Xebatên me yên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin. Helwesta erênî ya Rêveberiya Herêma Başurê Kurdistanê di vê çarçoveyê de cihê rêzê ye û em spas dikin.

Bê guman eve demek e Ebdî di derbarê yekrêziya tevgera kurd li rojavayê Kurdistanê  peyamên erênî dide. Heta wek vê gavê aliyên ku bo tevgera PKKê ve girêdayî di derbarê yek rêziya hêzên rojavayê Kurdistanê de gavek erênî neavêtine. Her berpirsên PKKê li rojavayê Kurdistanê dibêjin , her tişt heye amadeye kî bixwaze bila werin tevlî me bibin. Ev gotareke ku ji hemû etîka siyasî dûre û heta vê gavê ji xwe pêve devera ku lê desthilatin mafê jiyanê nedane tu aliyek din.

Ji bo vêyekê helwesta Ebdî wek fermandarê HSDê girîng e. Ebdî ji derî siyaseta PKKê tiştên nû dibêje û ev yek gavek gelek erêniye û dikarê bibe zemînek ji bo yekrêziya kurda.

Ji aliyek din ve, gelek erênî behsa rolê desthilata başûrê Kurdistanê dike. Ev yek jî erêniye û dibe sedemê hêviyekî ku ew siyaseta yekalî û ne Kurdistanî li rojavayê Kurdistanê bişke.

Eve demeke ku Ebdî gavên ji dere siyaseta PKKê tavêje. Li Suriye û rojavayê Kurdistanê behtir nêzikî Amerika gava tavêje. Lê gelo dê bandora Ebdî li tevgera PKKê çibe heta vê gavê nayê zanîn. Eger ev helwesta Ebdî di baskê PKKê yê siyasî li rojavayê Kurdistanê bibe sedemê guhertina û PYD ji bin bandora siyaseta ne Kurdistanî derkeve û bere xwe bide xetek netewî, dê xizmeta herî mezin be ji bo berjewendiyên Kurdistanî.

Nûçe/Analîz

 

 

Back to top button