HTSê ragihand ku ew derbasî Hemayê bûne
Reuters’ê ragihand ku komên çekdar ên ser bi HTŞ’ê ve, ku bi hêzên Şamê re şer dikin, ketin nava bajarê Hemayê. Hama bajarê dawîye ji berî Humsê li ser rêya Şamê.
Şer û pevçûnên di navbera hêzên Esed û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de li Hemayê dijwar bûn. Li gorî nûçeya Reutersê, komên girêdayî Heyet Tahrîr Şam (HTŞ) ragihandin ku ketine Hemayê.
Komên dijî rêveberiya Şamê derbasî Hemayê bûn, bajarê dawî beriya Humsê li ser rêya Şamê, û dibêjin ku wan 20 gundên bajêr kontrol kirine.
Gundên ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hemayê di bin kontrola komên ku bi hêzên rejîmê re şer dikin ev in:
Pasîf, Elcid, El-Krayyim, Hemr, Suruc, Es-Sa’n, Şeyh Hilal, El-Mecdel, Tel Bicu, Soubin, Zor El-Nasiriye, Zor El-Mesalik, El-Hacame, Zor Ec-Cerabiyat, El -Naura, El-Mubarakat, Resm El-Bağl, Avveyce, El-Ayur û Kasun Ec-Cebel.
Ajansa Fermî ya nûçeyan a Sûriyê ragihand ku artêşa Sûriyê li Hemayê amadekariya êrişeke dijber dike û hat diyarkirin ku xetên parastinê yên li bejahiya Hemayê hatine xurtkirin.